Jinên Reqayê fêrî alfebeyê dibin

Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi tevlêbûna 42 jinan dewreya perwerdeyê ya fêkirina xwendin û nivîsandinê (Alfebe) da destpêkirin.

Jinên Reqayê fêrî alfebeyê dibin
10 ÇILE, 2019   16:49

REQA / RUBA EL-ELÎ

Bi silogana  "Fêrkirin ji maf û azadiya jinê ye" Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi koordîneya Komeleya Sened a di bin çavdêriya Meclîsa Sivîl a Reqayê de dixebite dewreyeke fêkirina xwendin û nivîsandinê (alfebe) da destpêkirin. 

Dewreya perwerdeyê dê 3 mehan dewan bike. Herjimara jinên tev li dewreyê bûne ji 42 heya 60 jinan e. Perwerde li gorî du astan di du fêrgehan de tê dayîn. Yek ji bo jinên nû fêr dibin û ya din jî ya jinên ji xwendinê qut bûne ku dê ji nû ve dest pê bikin.

Perwerde rojane saetekê ji aliyê mamosteyên pispor ve tê dayîn.

Endama Komîteya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Zehra El-Mirî axivî û got " Me dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji bo hemû temenan re vekirine, ji bo  fêr bibin. Gelek jin di encamên zihniyeta zilam jin ji mafên xwe mehrûm bibûn."

Zehra El-Mirî teqez kir ku mamoste û çavdêrên waneyan pispor in, ji bo jinan fêrî xwendin û nivîsanidnê bikin, daku bigihên qonaxine pêşketî.

Di dawiyê de Zehra El-Mirî bang li tevahî jinan kirin berê xwe bidin navendên fêkirina xwendin û nivîsandinê da ku keseyeta xwe ya çeteyan dixwest tune bike, ava bikin.

(dh)

ANHA