Bi projeyên biçûk aboriya jinên Şêxmeqsûdê bi pêş dixin

Kongreya Star a Helebê bi rêya projeyên biçûk hewl dide aboriya jinan bi pêş bixe û piştgriya keda wan bike. Niha jî hewl dide plan û projeyên nû ji bo pêşerojê pêk bîne. 

9 mijdar, 2018   08:26

SÎLVA MISTEFA - ROZANA DAWÛD / HELEB

Piştî lidarxistina konferansa duyemîn di meha Hezîranê de û rêzebiryarên rêxistinî, civakî û aborî û bi armanca pêkanîna qezencê û piştgiriya jinan di warê aborî de, Kongreya Star projeyên nû li taxa Şêxmeqsûdê vekirin.

Rêzek ji projeyên aborî ku kongreyê pêşkêş kirine, bi rêya peydakirina karker û kesên xwedî tecrube, madeyên destpêkê û hêsankirina teşwîqkirinê li sûkan bi cih anî. Ji van projeyan kargeha çêkirina madeyên paqijiyê bi navê Kulîlka Çiya hate vekirin. Li kargehê 3 karkerên jin dixebitin. Madeyên paqijiyê li sûkên taxê tên firotin.

Têkildarî mijarê karkera bi navê Nêrmîn Zênel diyar kir ku kargeh beriya çend hefteyan hatiye vekirin û xwestekên dikanan ji madeyên paqijiyê peyda dike.

Her wiha projeya Mala Mûnê gelek qezenc bi dest xist û bi taybet piştî ku hejmarek ji xwaringehên taxê daxwazên xwe ji tirşî ji projeya Kongreya Star peyda kirin.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Aborî projeyeke hevpar ji bo vekirina dikana şêraniyê ku tê de 8 karker dixebtin, vekir. Di dikanê de gelek cureyên şêraniyan ku Sûriye pê navdar e, tên çêkirin.

Girêdayî mijarê karkera bi navê Orîvan Mihemed ku li dikana şîraniyê dixebite, wiha axivî: "Ev kar, hişt ku ez xwe bi pêş bixim. Ez bi hêvî me ku Kongreya Star projeyên ku rolek di vejandina aboriya taxê û tevgera aborî ya taxê de geş dike berfireh bike, da ku tax mîna beriya şer vegere."

Xebat ji bo vejandina aboriya taxê tê meşandin

Ji aliyekî din ve Komîteya Aborî ya Kongreya Star bi rêya rêvebirina van projeyan hewl dide bi rêya hevparan (îştirak) şêniyan teşwîqî projeyan bike da ku sûdê jê wergirin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa wiha got: "Piştî lidarketina konferansê, gelek biryar hatin dayîn û plansaziyek aborî ku rola jinan xurt dike hate dayîn. Ji ber ku jin bingeha civakê ye. Armanc jê, ji nû ve vejandina aboriya taxê bi hebûna jinan e."

Nehla wiha domand: "Jinên taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê aborî ve û di encama şerên ku rû dane de zehmetî kişandine. Îro gelek proje ji bo bilindkirin û pêşxistina aboriya jinan hatine pêşkêşkirin."

Ji bo temamkirina plansaziyê, gelek projeyên pêşerojê

Ji bo temamkirina plansaziya ku hatiye danîn, Komîteya Aborî ji bo vekirina du şaxên din ji bo firotina madeyên paqijiyê li beşa rojavayê taxê û Eşrefiyê dixebite. Her wiha vekirina xwaringeha xwarinên gelêrî yên kurdî û tê payîn ku bi hatina zivistanê re dikanek ji bo firotina rîs û çêkirina cilên rîs were vekirin.

(şx)

ANHA