Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê

Şêniyên Şengalê yên ku li Kampa Newroz a herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo bi cih bûne 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat û di encamê de bi hezaran êzidî bûn qurban, bi bîr anî.

Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
Li Kampa Newroz bîranîna 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê
3 tebax, 2018   11:42

QAMIŞLO

Saziyên civaka sivîl ên Dêrikê, Heyva Sor a Kurd, Partiya Yekitiya Demokrtîk (PYD), Kongreya Star û bi sedan şêniyên herêma Dêrikê tev li merasîma bîranînê bûn.

Merasîmê bi meşeke ber bi gundê Bana Qesir ve dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên qurbaniyên Şengalê rakirin, her wiha dirûşmên “bijî berxwedana Şengalê” û “bimire îxanet” hatin berzkirin.

Li Kampa Newroz yek ji rêveberên Meclisa Şengalê Saed Kesbil axivî û komkujiya ku bi hezaran şêniyên bajarê Şengalê li ser destê çeteyên DAIŞ`ê û îxaneta pêşmergeyên PDK`ê şermezar kir.

Kesbil di berdewama axaftina xwe de got heke ne bi saya Hêzên Parastina Gel (HPG) û şervanên YPJ/YPG`ê ji bo parastina Şengalê bûya, dê yek ji êzidiyan nemaba. Kesbil diyar kir ku ev hemû bi saya firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku ji bo azadî, parastina gelên bindest û nirxên mirovahiyê gelek têkoşîn kir.

Yek ji rêveberên Tevgera Jinên Êzidî li Şengalê Neîma Îlas li ser berxwedana YPJ/YPG`ê ku ji bo vekirina korîdorên mirovî û parastina şêniyên Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê û îxaneta pêşmergeyan axivî.  Neîma diyar kir ku 3`yê Tebaxê di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e û di dîroka serdema 21`an de roja rûreşiyê ye ji ber ku di wê rojê de zarok, jin, kalepîr hatin kuştin.

Neîma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êzidiyan meclis, sazî û Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê ava kirin û piştî komkujiya Şengalê xwe bi rêxistin kirin da ku ew êş û zehmetî careke din dubare nebin.

Paşê bi navê PYD`ê, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Dêrikê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de komkujiya gelê êzidî û îxaneta pêşmergeyên KDP`ê hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku bi rêya komkujiyê dixwestin gelê kurd qir bikin.

Di dawiyê de Koma Şehîd Bêrîvan a Kampa Newroz li ser êş û zehmetiya komkujiya Şengalê û derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê re şanoyek pêşkêş kir.

(bx/ew)

ANHA