Meclîsa Ciwanên Reqayê hate avakirin

Konferansa Damezrîner a Ciwanên Reqayê berdewam e. Di konferansê de meclîsa ciwanan ku ji 5 komîteyan pêk tê hata avakirin û hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.

Meclîsa Ciwanên Reqayê hate avakirin
29 hezîran, 2018   14:00

REQA

Konferansa Damezrîner a Ciwanên Reqayê vê sibehê bi armanca birêxistinkirina ciwanan dest pê kir. Piştî axaftinan û erêkirina rêziknameyê, meclîsa ji 5 komîteyan hate avakirin û hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. Feysel Mihemed û Ehmed Salim wekî hevserokên Meclîsa Ciwanên Reqayê hatin hilbijartin.

Komîteyên meclîsê; rêxistinî, ragihandin, perwerde, spor û çand û huner, paşê dê hevserokên her komîteyekê bêne hilbijartin.

Konferas wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA