Yê serkeftî ne Erdogan, HDP'ye

Eşkere bû, piştî qedandina dengdanên hilbijartinan, hejmartinan dengan li gorî Ajansa Andolê ya girêdayî Erdogan, ne li gorî Desteya Bilind a Hilbijartinan pêk hat. Beriya ku encamên hilbijartinan eşkere bibin, Erdogan xwe wekî yê serkeftî nîşan da. Ev jî derbeyek ku Erdogan li hember muxalifan pêk anî bû.

Yê serkeftî ne Erdogan, HDP'ye
25 hezîran, 2018   05:14

LEZGÎN IBRAHÎM / NAVENDA NÛÇEYAN

Rexmî ku hemû partiyên muxalif tekez kirin ku hijmartina dengan hîna negihiştiye ji sedî 50, lê li gorî Ajansa Anadolê, ya girêdayî hikûmeta AKP'ê di nava du seetan de hijmartin ji sedî 85 bi dawî kir û misogeriya serkeftinê bi rêjeya dengan ji sedî 53 da Erdogan!.

Balkêş e ku hejmartina dengan ya AA'yê destpêkê bi rengekî ecêb derbas bû û li 96% rawestiya, her wiha zêdeyî li ser vê encamê ma. Ev yek nakokiyê derdixîne holê. Ya balkêş ew bû ku AA'yê di nava du saetan de 85% ji deng jimart piştre jî bi 3 saetên rêjeya dengen ku hatin jimartin her ji 96% sekini.

Piştî jimartina dengan a AA'yê, ango beriya ku Desteya Bildind a Hilbijartinan derbarê encamên hilbijartinan daxuyanî bide, Erdogan derket pêşberî gel û daxuyanî da û xwe serkeftî ragihand. Li vir diyar dibe ku Erdogan demildest destwerdan kir da ku hejmartina dengan li wir bi dawî bibe.

Em dikarin kiryara Erdogan wekî derbeyeke li dijî muxalifên xwe bi nav bikin. Erdogan bi daxuyaniya xwe peyam da Desteya Bilind a Hilbijartinan da ku hejmartinê li ser vê pileyê rawestîne (Li gorî jimartina Ajansa Andolê). Dema ku Erdogan daxuyanî da ji rûyê wî dixuya ku ew ji encamên destpêkê yên hilbijartinan ne razî bû. Di gotinên xwe de spasiya alîgirên xwe kir û ji wan xwest ku şahiyên serkeftinê bi dawî bikin.

Destwerdana Erdogan a ne zagonî û ji aqil dûr eşkere dike ku wî dizanî  ku heger hejmartina dengan bi awayekî demokratîk bi rêve biçe ew ê 50% dengan nestîne û dê neçar bimîne ku tura duyem a hilbijartinê de bi namzetê CHP'ê Muherrem Înce re bikeve pişbirkê. Li hemberî koma herî mezin a muxalif re rû bi rû bimîne. Bi vê yekê dê desthilatdariya hukmê yek zilam û xewnên 15 salan bi dawî bibe.

Herî dawî, em dikarin bêjin ku rexmî hemû zext û binpêkirinan ji aliyê AKP'ê ve Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinê derbas kir. Israra gelê Kurd û demokrasîxwazên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikarî li hemberî keleman bisekine û bendan derbas bike. Her wiha 67 kursiyan di parlamantoyê bigirin. Ev yek bi tena serê xwe kelemeke di qirika Erdogan e.

Di encam de Erdagan bi awayekî der qanunî careke din bu serokkomarê Tirkiyê. Bê gûman ev hilbijartin wê gelek bên nîqaşkirin. Lê ya giring ev e ku divê bê zanîn Erdogan wê bi encamê van hilbijartinan re hewl bide ku pêla faşîzmê hem di nava Tirkiyê de û hem jî di nava giştî Rojhilata Navîn de li pêş bixe. Yê ku bi kare faşîzma Erdogan vala derbixe û bê encam bihêle tenê tekoşîna gelan a li dijî faşizmê ye.

Di rastiya xwe de Erdogan bi serneketiye û winda kiriye. Yên ku tevî hemû bûyerên dizî, pêkanînên der yasayî û qanunî bi serketiye HDP’ye. Ji ber ku Erdogan dema pêvajoya propagandaya hilbijartinan de bi awayekî eşkere di got ku, divê careke din HDP di parlementoyê de cih negire û ji bo vî jî tişta pêwîst wê were kirin. Lê tevî vê yekî jî serketina HDP'ê serketine ku dîrokiye. Divê ev serkeftin baş bê bi kar anîn û li hember faşîzmê tekoşîn bê bilindkirin.

ANHA