Jinên Efrînê bang li dadgeha navdewletî kirin

Kongreya Star ji dadageha cinaî ya navdewletî daxwaz kir ku komîteyek ji bo şopandina rastiya û belgekirina sûcên Artêşa Tirk a dagirker derheqê gel û jinên Efrînê de ava bike. Kongreya Star da zanîn ku hin jimartin binêkirinên dewleta Tirk belge dikin.

Jinên Efrînê bang li dadgeha navdewletî kirin
9 hezîran, 2018   10:49

EFRÎN

Kongreya Star di çarçoveya hemeleya ku bi diruşmeya "Ji bo jinên Efrînê serî hildin" daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji hemû rêxistinên mafê mirovan ên navdewletî hate xwesitn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekin in. Daxuyanî li gundê Xirêbka ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hate xwendin.

Jinên ku beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn sembola Kongreya Star û pankarên bi nivîsên "Na ji binpêkirinên derheqê zarok û jinên Efrînê re, Erdogan qatilê jinan e, Gelo hûn qîrîna jinên Efrînê dibhîsin" vekiribûn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat e gotin ku ji destpêka aloziya Sûriyê Efrîn bû bargeha bi ewle ku welatiyên ji hemû herêmên Sûriyê pêşwazî kir û wiha dom kir:"Dewleta Tirk êrîşî Efrînê kirin, di encamê de bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin.Artêşa Tirk binesaziya herêmê û cihên dîrokî hedef girtin, her wiha cihê oldarî jî hedef girtin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk binpêkirinên xwe ji dizî, talan, revandin û destdirêjiyê didomîn in û wiha dom kir: "Beriya niha wiha bi gundên Şehbayê jî kirin. Welatiyên Efrînê neçar kirin ku malên xwe terik kirtin.

Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe didomîn in û ji Dadgeha Cinaî ya navdewletî daxwaz kirin ku komîteyeke ava bikin û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê belge bikin, her wiha zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li kiryarên xwe bîn in.

ANHA