Şer girane û QSD'ê 8 kîlomitir nêzî Dişîşa bû ye

Di van kêliyan de li gundê El-Cibûr û El-Bûhesbûn ên girêdayî bajaroka Dişîşa di navbera şervanaên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerên giran rû didin. Şervanên QSD'ê ji aliyê bakur ve 8 kîlometir nêzî Dişîşa bûne.

Şer girane û QSD'ê 8 kîlomitir nêzî Dişîşa bû ye
6 hezîran, 2018   12:28

EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Hemleya Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya li başûr-rojhilatê Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Îraqê ku sê roj berê careke din hate dewamkirin, bi hemû hêza xwe didome û şervan pêşveçûna xwe didomîn in.

Şervan nêzî Dişîşa bûne

Di van kêliyan de li gundên El-Cibûr û El-Bûhesûn ên girêdayî bajaroka Dişîşa di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê şer bi dijwarî rû dide. Çeteyên DAIŞ'ê ji gundê El-Cibûr û El-Bûhesen êrîşî noqteyên QSD'ê yên 3 kîlometreyan dûrî wan gundane dikirin. Çeteyan bi motorsklêtên bombebarkirî û erebeyan êrîş pêk tanî. Li ser vê yekê hêzên QSD'ê bi çekên giran bersiva da û  çete neçar man paş de vegerin.

Di navbera şervaan û sînorê Îraqê de 13 kîlometir maye

Şervanên QSD'ê li eniya bakur 8 kîlometreyan nêzî bajaroka Dişîşa bûne, bi vê yekê jî di navbera şervanên QSD'ê û sînorê Iraqê de tenê 13 kîlomet maye. Şervanên QSD'ê li gundên El-Hêb û El-Meruf ên devera Kibîba 8 pêş ve çûn.

Şervanê QSD'ê Qusey Salih El-Şamî derbarê hemleyê de got ku ew hemeleya Bagera Cizîrê  ber bi bajaroka Dişîşa ya li nêzî sînorê Sûriyê û Îraqê ye didomîn in û ev tişt anî ziman: "Şerên giran di navbera me û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan. Me derdora devera Kibîba ya nefit lê heye ji çeteyan rizgar kiriye."

El-Şamî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hemleya wan ber bi Dişîşa ve diome û wiha dom kir: "Di navbera me û bajaroka Dişîşa derdora 8 kîlomet maye, armanca me ya sereke ew e ku em herêmê rizgar bikin û ewlekariya sînorê Sûriyê û Îraqê biparêzin. Çeteyên DAIŞ'ê mayînan bi kar tînin, gelek mayîn li herêmê bi cih kirine. Lê ev yek wê iserara me ya rizgarkirina herêmê ji çeteyan nede rawestandin. Em li her derê li pey wan kevin,çi li çolê, çi li bajaran û gunan. Dişîşa cihê çeteyan ê dawî li herêmê ye. "

El-Şamî di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku wan hejmarek gundên derdora devera Kebîba ji wan jî gundên El-Hêb û Merûf ji çeteyan rizgar kirine û ev tişt anî ziman: "Çeteyên DAIŞ'ê li gundên Til El-Çayîr, El-Kaziye û Tahûniyet El-Baş ên li derdora bajaroka Dişîşa mane. Em dikarin bêjin ku çeteyan îradeya xwe winda kirine. Dema em bi wan re dikevin şer direvin. Niha cihê herî nêzîk ên çeteyan gundên navborî ne. Di herdû rojên derbasbûyî de me gundên derdora devera El-Kibîba ji çeteyan rizgar kirin. Çete bi riya erebeyên bombebarkirî dixwazin pêşketina me rawestîn in. "

(dc)

ANHA