Danîmark amadekariyên vekşandina hêzên xwe ji Îraqê  dike

Danîmark diyar kir ku piştî ku hêzên wan gelek herêm ji çeteyan rizgaran kirin ew xwe amade dike ku 60 leşkerên xwe ji Îraqê bikşîn.

Danîmark amadekariyên vekşandina hêzên xwe ji Îraqê  dike
17 gulan, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Danîmarkê di daxuyaniyekê de got ku ewê leşkerên xwe hêdî hêdî ji Îraqê vekşîne. Her wiha diyar kir ku piştî hêzên wan piraniya herêman ji çeteyan rizgar kirin ew ê 60 hêzên xwe yên taybetî ji Îraqê vekşîne.

Bi vê yekê tenê 180 leşkerên Danîmarkê li bargeha El-Esed a Îraqî dimînin û di alîkariya Hêzên Navnetewî yên ku şerê terorê dikin, dike.

(bx)

ANHA