Sersaxî ji malbata du şehîdan re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata du şervanên YPG`ê yên ku di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şehîd bûn xwestin.

Sersaxî ji malbata du şehîdan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata du şehîdan re hate xwestin
29 nîsan, 2018   12:53

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Kawa Kûs (Rênas Hesekê) û Yûsif Elî (Mezlûm Qamişlo) hatibû vendan û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên herdû pakrewanan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hekem Xelo, Hevserokê komîteya Têkiliyên Dêplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Abdulselam Ehmed, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên YPJ/YPG`ê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest û tekez kir ku şehîdên ewin ên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hekem Xelo got ku ew di pêvajoyeke pir hesas de derbas bidin, ji ber wê pêwîste ku li gorî rewşê tevbigerin. Xelo destnîşan kir ku şehîd riya şoreşê ronî dikin û hemû pîlanên  ku dixwazin şoreşê têk bibin, vala derdixin.

Xelo di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîlanên dagirkeran wê têk biçin.

Merasîmê sersaxiyê dê heta saetên êvarî berdewam bike.

(bx)

ANHA