Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn

Partiya Çep a Tirk û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê şehîdên komkujiya Qezledra bi bîr anîn.

Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Qezledra hatin bîranîn
30 adar, 2018   18:26

HESEKÊ – Bi dehan welatiyên Kantona Hesekê, sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa, endamên Partiya Çep a Tirk li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê amade bûn û tevlî merasîma bîranîna şehîdên komkujiya Qezledra bûn.

Ev komkujî sala 1972ʹyan li Tirkiyeyê bi armanca qirkirina tevgerî şoreşgerî yên ku banga azadiya gelan dike, pêk hat. Vê komkujiyê de hejmarek endamên Partiya Çep a Tirk, damezrînerê partiyê Mahir Çayan li ser destê istixbaratên Tirk hatin kuştin. 

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre sînevizyonek li têkoşîna şehîdên partiya Çep a Tirk ji bo rizgarkirina gel ji zulm û faşîzma Tirk hat pêşandan. 

Piştre bi navê Partiya Çep a Tirk Hisên Cewahir axivî, sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest, her wiha şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û da zanîn ku dê agirê têkoşîna gelên azadîxwaz her geş be. Hisên wiha got, ʺwê Berxwedana Serdemê bi ruhê şehîdên komkujiya Qezldra li hember faşîzma Tirk bi ser bikeve. Em soza şopandina riya cangoriyên xwe didin.ʺ

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyên azadiyê re xwest û wiha axivî, ʺBerxwedana şervanên YPG/YPJ/QSDʹê ya li dijî dagirkeriya Tirk berdewama têkoşîna cangoriyên azadiyê ye. Em ê axa welatê xwe bi berxwedan û têkoşînê rizgar bikin.ʺ

(mm)

ANHA