'Êrîşa Efrînê li dijî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye'

Endamê Rêveber ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mecîd El-Hisên ê ji navçeya Zurganê diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Efrînê bi armanca guhertina demografiyê û tevlîheviya di navbera pêkhateyên herêmê  de pêk hatiye û got ku ji aliyê din jî dixwaze careke din rih bidin çeteyên DAIŞ'ê.

'Êrîşa Efrînê li dijî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye'
20 adar, 2018   06:52

SILAVA EBDULREHMAN

HESEKÊ- Endamê Rêveber ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mecîd El-Hisên ê ji navçeya Zurganê diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Efrînê bi armanca guhertina demografiyê û tevlîheviya di navbera pêkhateyên herêmê  de pêk hatiye û got ku ji aliyê din jî dixwaze careke din rih bidin çeteyên DAIŞ'ê.

Mecîd El-Hisên derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a kantona Efrînê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Dewelta Tirk  ku êrîşî Efrînê dike, wê gelên herêmê ku bi yek destî bi hev re rawestiyane netirsîne. Divê civaka navdewletî bi awayekî cidî derbarê rewşa li Efrînê tevbigere."

El-Hisên di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Îdayên ne rast ên dewleta Tirk li ser herêmê bi armanca tengkirina herêmê li ser şervanên QSD û YPG/YPJ'ê pêk hatiye. Ji ber van hêzan herêm li çeteyên DAIŞ'ê li bakur-rojhilatê Dêrazorê li çeteyên DAIŞ'ê teng kirine û dawîkirina DAIŞ'ê nêzîk kirine. Erdogan û partiya wî ji tunekirina DAIŞ'ê acize, lewma û ji bo piştgiriya DAIŞ'ê bike êrîşî Efrînê kir."

El-Hisên her wiha rewşa hindirîn a Tirkiyê jî bibîr xist û wiha dom kir: "Dewleta Tirk di hindirê xwe de aloziyeke kûr jiyan dike. Lewma dixwaze çavê her kesî ji aloziya hindir bigre û bala her kesî bikşîne ser siyasetên wê yên derve û destwerdana wê ya di xaka Sûriyê de."

El-Hisên her wiha da zanîn ku ew wekî partiya Çep a Kurd li Sûriyê rastiya siyasetên Tirkiyê yên dijberiya gelê kurd baş dizanin û wiha dom kir: "Em êrîşa dewleta Tirk a hovane li dijî gelê xwe yê Efrînê bi hemû pêkhateyên wê şermezar dikin."

El-Hisên her wiha bang li civaka navdewletî jî kir ku erka xwe ya ji bo parstina sivîlên Efrînê pêk bîn in û ji Kurdistaniyên her çar parçeyan jî xwest ku ji bo rizgarkirina Efrînê tevbigerin.

Endamê Rêveber ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mecîd El-Hisên di dawya axaftina xwe de ku îdayên dewleta Tirk wê gelê herêmê ku bi yek destî bi hev re sekinîn e netirsîn in û wiha got: "Wê gelê me heta dawî li piştî hêzên YPG, YPJ û QSD'ê bin. Siyasetên dewleta Tirk ên di herêmê de têk biçe."

(dc)

ANHA