1ˊemîn Mîhrîcana Biharê ya Hespên Esîl dest pê kir

Li Hesekê 1'emîn Mîhrîcana Biharê ya Hespên Esîl a Buharê hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de bal li ser çanda hespan hat kişandin û 97 siwarvan beşdar bûn. Mîrhîcan ji 12 geran pêk hat.

28 nîsan, 2024   22:30
HESEKÊ

Bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êla Cihêş a Ereb û siwarvanên wê 1'emîn Mîhrîcana Biharê ya Hespên Erebî yên Esîl a li gundê Xemayil ê bakurê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Di mîhrîcanê de 97 siwarvan li ser 12 geran beşdar bûn. Pêşbirk ji hezar metre, hezar û 200 metre, hezar û 400 metre, hezar û 600 metre û 2 hezar metre hat destpêkirin. Bi rûbera 3 hezar metre jî ji bo siwarvanên leheng pêşbirk hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de şandeyên eşîran û yên Komîteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kesayetên civakî û şêniyên herêmê beşdar bûn.

Di serî de endamê komîteya amadekar Ehmed El Ewad ji ajansa me re wiha axivî: "Ev mîhrîcan ji gelek salan ve nehatiye lidarxistin û ya yekemîn e. Armanc ji mîhrîcanê mîrasa li nêzî Hesekê ku tê de gelek hespên resen hene were danasîn. "

El Ewad wiha domand: "Me di komîteyan de xwe rêxistin kir. Da ku mîhrîcan bi ser bikeve. Pêkhateyên Cizîrê ber bi vê çandê ve bikişînin û zarok û ciwanên herêmê ji bo vê werzîşê teşwîq bikin."

Aliyên amadekar ên mîhrîcanê serkeftiyên astên yekemîn û duyemîn xelat kirin. Dê gera duyemîn jî di navbera astên yekemîn û duyemîn de bi rê be biçe û li dawiyê kas, mertal û xelatên madî dê werin dayîn.

(mh)

ANHA