ˋJi bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk hevgirtî binˊ

Rêxistinên jinan, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên eşîran der barê ketina rejîma Baasê de  daxuyanî da û bang kir ku nirxên jiyana hevbeş biparêzin û Sûriyeyeke nû ku tê de hemû pêkhate hebin, ava bikin.

ˋJi bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk hevgirtî binˊ
ˋJi bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk hevgirtî binˊ
ˋJi bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk hevgirtî binˊ
8 kanûn, 2024   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên eşîr û pêkhateyên bajarê Hesekê, Partiya El Weten El Sûrî, der barê ketina rejîma Baasê ya Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hilweşîna rejîma Şamê li gelê Sûriyeyê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Gelê me îsbat kir ku îradeya gelan tu carî nayê têkbirin. Em jî wekî rûspiyên eşîran û pêkhateyên Sûriyeyê em banga aştî û diyalogê dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di vê qonaxê de pêwistî bi diyaloga nîştimanî ya navxweyî heye. Em jî wekî beşeke ji mozaîka vî welatî, bang li hemû alî û pêkhateyan dikin ku zimanê tundî û şidetê rawestînin û nirxên jiyana hevbeş û aştiyane bidin xurtkirin. Em bang dikin ku welatekî yekbûyî, pirreng, nenavendî ku tê de her kes mafên xwe pêk bînin were avakirin.

Li gorî wê jî em banga pabendiya bi van xalan ji bo pêkanîna hevgirtina civakî û avakirina pêşerojeke domdar dikin:

Xurtkirina têkilî û diyalogê di navbera rûspiyên eşîran û hemû pêkhateyan ji bo belavkirina çanda aştiyê û pêşîlêgirtina cudakariyê.

Parastina aştiya civakî li tevahiya xaka Sûriyeyê û pêkanîna aramiya civakî.

Pêkanîna çareseriyên siyasî û aştiyane û pêşxistina diyalogeke navxweyî ya Sûriyeyê ku hemû alî tê de beşdar bin û berjewendiya Sûriyeyê bibe armanca sereke.

Peydakirina jîngeheke guncaw ji bo vegerandina ewle ya koçberên ku bi darê zorê hatine koçberkirin.

Destpêkirina diyalogeke civakî ya giştî bi beşdariya hemû pêkhateyan ji bo çareserkirina krîzên heyî.

Girêdana bi nasnameya nîştimanî û girêdana di nav pêkhateyên gelê Sûriyeyê de li ser bingehên wekhevî û rêzgirtinê werin xurtkirin.

Pêşîlêgirtina li hewldanên dagirkerî û guhartina demografî û parastina yekbûna xaka Sûriyeyê û serweriya wê.

Rijandina xwînê li Sûriyeyî were sekinandin û hemû cûreyên tundî û şidetê werin bidawîkirin.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de serokeşîr û rûspiyên eşîran ên kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê ketina rejîma Baasêˋ li gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi beşdariya serokeşîr û rûspiyên eşîran ji aliyê serokeşîrê El Hiwêwat Mihêdî El Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi hêvî ne hilweşîna rejîma Baasê bibe destpêka rêveçûna ber bi Sûriyeya demokratîk, pirrengî ku tê de edalet û wekhevî hebe.

Di berdewama daxuyaniyê de piştgirî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser re hat nîşandan û bang li gelê herêmê hat kirin ku saziyên bi saya fedakariya şehîdan hatine avakirin biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev roj li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz be. Her wiha ji bo danîna bingehên nû yên Sûriyeya pêşerojê, Sûriyeke pirrengî ya demokratîk a nenavendî bang li gelê Sûriyeyê hat kirin ku hevgirtî bin û xebateke hevbeş bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand.

Meclisê di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ji ber hilweşandina rejîma Baasê nîşan da û hate gotin "Bi taybetî jin, gelê Sûriyeyê bi dehên salan ji ber rejîma Esed a dîktator êş, zilm, çewisandin kişand. Em îro li pêşber pêvajoyeke nû di dîroka Sûriyeyê e ne. Em bi hêvî ne ku ev pêvajo ji bo welatê me yê ezîz destpêka xêrê û ronesanseke giştî be.

Em jinên Sûriyeyî me ji ber aloziya Sûriyeyê gelek êş û azar kişand. Me ji bo azadiya welat berdêlên giran dan. Divê Sûriyeke nû ya li ser bingehê azadî, wekhevî, edaletî, mafê hemwelatîbûnê yê tevahî welatiyan bêyî cudabûna zayendî, olî, mezhebî û entîkî were avakirin. Em dixwazin dewleteke demokratîk were avakirin ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di avakirina biryarê de cih bigire û rêz li mafên mirovan û azadiyên giştî bê girtin.

Em teqez dikin ku divê  jinan di avakirina Sûriyeye nû û tevahî qadên siyasî, aborî, civakî, çandî, nivisandina destûra nû de werin beşdarkirin. Em teqeziyê li ser mafê jinan ê wekheviya bi mêr re di tevahî qadan de dikin

Em bi yekitiya Sûriye û hevgirtina wê civakî bawer in. Em banga parastina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, parastina rumeta wan û pêşxistina jiyana hevbeş dikin. Em bang lihevhatineke nîştimanî, spandina aştî û aramiyê  dikin. "

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em Kombûna Jinan a Zenûbiya teqez dikin ku em ê hewldanên xwe yên avakirina Sûriyeke nû ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih bîne û mafê wê mîsoger bike û yekitiya wê bi hêz bike bidomîne. Em ê tevahî hewldanan bikin da ku beşdarî nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê bibin, destûra ku hêviyên me bi cih bîne û mafên tevahî gelê me mîsoger bike. "

(mh/fr)

Heseke