ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ

Meclîsa bajarê Kobanê ji bo nirxandina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn û piştgiriya QSDˊê di vê qonaxê de civînek girseyî li dar xist.

ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
ˋJi bo parastina destkeftiyan em destê Rêbertî xurt bikinˊ
29 cotmeh, 2025   16:52
KOBANÊ

Meclîsa bajarê Kobanê der barê rewşa siyasî û piştgiriya QSD`ê de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajêr bi amadebûna girseyî ya şêniyên kantona Firatê, endamên saziyê Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan, civînek li dar xist.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Yûsif der barê Rewşa siyasî ya herî dawî û piştgiriya QSD`ê de axivî û got: "Em di qonaxeke herî girîng û hesas re derbas dibin. Dema ku mirovek xwedî bawerî be wê demê tu kes nikare wî mirovî têk bibe. Ji ber ku vê yekê gelekî girîng e, wekî Rêber Apo dibêje ku `hêvî ji serkeftinê mezindtir e`. Ji lew re divê gel xwedî hêz be û ji hêza xwe bawer be. ""

Hediye anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyeke dîrokî daye meşandin û diyar kir ku: "Têkoşîna me gihiştiye asta herî xurt û êdî dem hatiye em destkeftiyên xwe xurtir bikin. Rêber Apo hişt ku cîhan tevahî behsa aştiyê bike û bêyî Rêber Apo çareserî pêk nayê. Divê em berxwedana xwe xurtir bikin û piştgiriya şervanên xwe bikin,  ji bo ku em Sûriyeyeke nenavendî ava bikin."

Di dawiya axaftinê de Hediye destnîşan kir ku di çarçoveya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin de gelek gavên dîrokî hatin avêtin, herî dawî jî gerîla ji nava sînorê Tirkiyeyê vekişî. Hediye wiha got: "Divê Dewleta Tirk jî êdî gavên cidî bavêje û destê xwe dirêjî aştiyê bike. Rêbertî ji bo Rojavayê Kurdistanê gotibû ˋRojava xeta min a sor eˊ. Ji ber wê divê QSDˊê çekên xwe daneynin, divê keç û xortên me tev li QSDˊê bibin da ku em destê Rêber Apo xurttir bikin."

Civîn bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û"Bijî berxwedana QSD`ê " bi dawî bû.

(sş)

ANHA