ˋDagirkeriya Tirk dengê heqîqetê hedef digireˊ

Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina çapemeniya azad û mafên mirovan e.

ˋDagirkeriya Tirk dengê heqîqetê hedef digireˊ
20 kanûn, 2024   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kogra Star li Lubnanê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevan û nûçegihana ANHAˋyê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şermezar kir.

Koordînasyonê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin hedefgirtina bênavber a rojnamevanan hedefgirtina dengê heqîqetê û hedefgirtina kesên sûcên wan aşkera dikin.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got ev karekî tirsonak e, her wiha binpêkirina aşkera ya çapemeniya azad û mafên mirovan e.

Koordînasyonê di dewama daxuyaniya xwe de bang li NYˋyê û cîhanê kir ku tavilê destwerdanê bikin û tedbîrên guncaw ên parastina rojnamevanan û garatniya aştiya wan di dema pêkanîna xebatên xwe de bigirin.

Her wiha koordînasyonê bang kir ku divê lêpirsîneke navneweteyî ya serbixe der barê vê sûca hovane de bê kirin û sûcdar werin cezakirin.

(fr)