ˋBi hevgirtina gel li dora QSDˋê em ê dagirkeriya Tirk têk bibinˊ

Nûnerê eşîra El Şerabîn a kantona Cizîrê Mihemed Arif El Hemdon destnîşan kir ku hevgirtin û yekbûna pêkhateyan û piştgiriya wan ji QSD’ê re dê hemû destwerdanên ji derve û şerê taybet ê li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

ˋBi hevgirtina gel li dora QSDˋê em ê dagirkeriya Tirk têk bibinˊ
16 kanûn, 2024   06:40
GIRKÊ LEGÊ  
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, armanca wê jî berfirehkirina rûbera dagirkeriyê ye. Li hemberî êrişan jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe didin.

Girêdayî wê, nûnerê eşîra El Şerabîn a Cizîrê Mihemed Arif El Hemdon destnîşan kir ku eşîrên herêmê li hemberî hemû hewldanên destwerdana derve yên bi armanca têkbirina nirxên civakê, yek in.

El Hemdon diyar kir ku eşîrên herêmê bi QSDˋê re ne û got van hêzan yekitiya xaka Sûriyeyê parast, terorê têk bir, ewlehî û aştî di nava pêkhateyan de misoger kir.

Şêx El Hemdon diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya yekkirina pêkhateyan û xwedîderketina li fikrên Rêber Abdullah Ocalan destkeftiyên meizn, pêk anîn û hêzeke leşkerî ya rêxistinkirî li ser erdê ava kir.

El Hemdon bang li şêniyên herêmê kir ku di vê qonaxê de hişyar bin û ji şerê taybet baldar bin û hevgirtina xwe ya bi Rêveberiya Xweser re xurt bikin.

(mh/fr)

ANHA