ˊLi qada ku berê DAIŞ'ê serwer bû çalakiya 8ˊê Adarê hat lidarsxistinˊ

Di peyamên çalakiyên kantonên Reqa û Tebqayê de bal li ser têkoşîna jinan a li dijî hemû cûreyên hişmendiya baviksalariyê hat kişandin. Beşdaran destnîşan kir ku lidarxistina çalakiyê li qada ku berê navenda çeteyên DAIŞ'ê bû nîşaneya serkeftina şoreşa jinê û têkçûyîna çeteyan e

8 adar, 2024   16:58
REQA

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de. Li Yarîgeha Beledî ya kantona Reqayê çalakî li dar ket. Di çalakiyê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Di çalakiyê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û Roja Jinan a Cîhanê li beşdaran, li dayik, hevjînên şehîdan, jinên têkoşer, pêşengên ku li Îran, Efganistan, Tirkiye, Filistîn û Sûriyeyê ji bo azadiyê li ber xwe didin, pîroz kir.

Xûd El Îsa wiha axivî: "Em têkoşîn, berxwedan, serkeftin û tevahî destkeftiyên xwe diyarî Rêberê miorvahiyê Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Xûd El Îsa soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo bidestxistina mafên jinan û pêkanîna wekheviyê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê li seranserî Rojhilata Navîn û cîhanê, nû kir.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif 8'ê Adarê li tevahî jinên Sûriyeyê yên ku ji bo azadiyê tê koşiyane û li şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku DAIŞ li Baxozê bi temamî têk birine, pîroz kir.

Foza Yûsif wiha domand: "Ev qada ku tê de jinan ji ber zilmê zehmetî dikişandin, bi saya YPJ'ê ji hişmendiya baviksalariyê hat rizgarkirin. Reqa ku qaşo paytexta xîlafetê bû bi keda jinan hat rizgarkirin û bû paytexta azadî û demokrasiyê."

Foza Yûsif destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan, şoreşa çandinî û şoreşa azadiyê ava bûne û got: "Em hêjayî azadiyê ne ku em bi tevahî mafên xwe bijîn. Ji ber wê jî em careke din soza misogerkirina mafên jinan, da ku em bibin yekemîn sembola şoreşa jinan a cîhanê, nû dikin."

Li çalakiya Tebqayê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Semîra Hebeş Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên têkoşer ên ku li hember bindestiyê li ber xwe dane, pîroz kir.

Semîra Hebeş got: "Berxwedan û têkoşîna jinên ku li hember pergalên baviksalarî tê koşiyane, em gihandine vir."

Her wiha, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Hind El Elî şehîdên ku ji bo azadiya jinan xwe feda kirine bi bîr anîn.

Hind El Elî got: "Îro bi serkeftinên jinan hemû rojên me 8'ê Adarê ne. Sala 2024'an dê bibe sala serkeftinan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê ku rola jinan di hemû qadên jiyanê de daye wan."

(mh)

ANHA