ˊAgirê Newrozê sembola berbanga azadî û aştiyê yeˊ

Kongreya Îslama Demokratîk Newroz li gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: "Newrozê hilatina berbanga nû, berbanga azadî û aştiyê, berbanga hezkirin û hevgirtinê, berbanga jiyanê û lihevanîna di navbera civakan û xwezayê de ye."

ˊAgirê Newrozê sembola berbanga azadî û aştiyê yeˊ
19 adar, 2024   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Newrozê Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin gelê Kurd di 21ˊê Adara her salê de Newrozê pîroz dike; Newroz roja nû, roja xelasiya ji zulm û bindestiyê, rojava aştî û azadiyê ye.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de Newroz li gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û hêvî kir tevahî roj Newroz bin û bi xwe re aştî, azadî û edaletê ji gelê Kurd re bîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji dîrokê ve di xwezayê de  Newrozê pîroz dike û agir dadide. Newroza berbanga nû, berbanga azadî û aştiyê, berbanga hezkirin û hevgirtinê, berbanga jiyan û lihevanîna di navbera civakan û xwezayê de ye. Divê pîrozbkirinê layiqê Newrozê be, her wiha divê ji diyardeyên zirarê didin tenduristiya civakê û xwezayê bê dûrketin; ji wan jî pêxistina dolaban. Li şûna wê meşaleya Newrozê bê hildan. Divê îmam di nimêjên xwe yên terewiyan de balê bikişînin ser vê yekê ku dolab li kolanan neyên pêxistin.

(fr)