Xelkê Hesekê şehîd Şêro û Rojbîn oxir kirin

Xelkê Hesekê û gundewarê wê yê kantona Cizîrê cenazeyê fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî û şervanê QSDˋê Rojbîn Hesekê bi merasîmeke biheybet spartin axê.

19 kanûn, 2024   16:06
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê  bi merasîmeke biheybet cenazeyê fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Şêro Elî (Şêro Beşar) û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Rojbîn Hesekê (Şahîn Salih Elî) li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê spartin axê. Şêro Elî di berxwedana Bendava Tişrînê yê Minbicê de di 12ˋyê Kanûnê û Rojbîn Hesekê di 16ˋê Kanûnê de li pira Qereqozaqê şehîd bûn.

Di merasîmê de xelkê Hesekê û gundewarê wê, nûnerên saziyan û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û teqezî bi şopandina rêça şehîdan da.

Xelîl wiha got: "Hêzên me QSDˋê, YPJˋê, YPGˋê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Cebhet El Ekrad li hember êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lehengî bersivê didin."

Xelîl bal kişand ser êşên gelê Sûriyeyê ku ji 13 salan ve didome û wiha domand: "Ketina rejîma Esed û Partiya Baasˋê gaveke erênî bû, lê ew ne çareya yekane ye. Divê ji bo pirisgirêkan bibe destpêka çareseriyê."

ˋPÊWÎSTÎ BI YEKITÎ Û BIRATIYA GELAN HEYEˋ

Xelîl der barê mijarê de diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi fedakariyên şehîdan hat damezrandin û wiha pê de çû: "Kî xewn dike ku vîna Rêveberiya Xweser bişikîne dê têk biçin. Vê rêveberiyê xwe li ser bingeha biratiya gelan û fedakariya 14 hezar şehîdan aşkera kir."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)