Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin

Xelkê Hesekê şehîd Mihemed Ridwan Faris û şehîd Mihemed Hisên spartin axê.

Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin
9 kanûn 2023   14:12
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Ridwan Farisî û şervanê QSD′ê şehîd Mihemed Hisên bi beşdariya xelkê bajêr, gundewarên wê û endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a li gundê Şema oxir kirin.

Her du şervan di 6′ê Kanûnê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bûn, şehîd bûbûn.

Beşdaran wêneyên her du şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD′ê hildan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme El Elî sersaxî da malbatên her du şehîdan û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fedakarî û destkeftî pêk anîn û li dijî dijminên hewl didin herêmê dagir bikin, sekinîn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî behsa hewldanên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Dijmin bi hemû hêza xwe êrişî me dike ku xaka me dagir bike. Lê bi saya fedakariyên keç û xortên vî gelî kes nikare me têk bibe û vîna me ya berxwedanê bişikîne.”

Dêrsim Hesekê destnîşan kir ku dijminê gelê herêmê nekarî bi rêya êrişên xwe vîna gel têk bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Şehadet vîn û berxwedaneke nû ye. Bi şehadetê israra me ya pêkanîna destkeftiyan zêde dibe. Em soz didin gelê xwe ku heta têkbirina dagirkerî û serkeftinê em şopdarên şehîdên xwe ne.”

Dûre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û şehîd Mihemed Hisên li goristana şehîdan a li Til Temirê û cenazeyê Mihemed Faris li gundê wî Şema yê Hesekê hatin oxirkirin.

(fr)

ANHA