Têkildarî êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê daxuyanî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa hewayî ya duh a li ser rêya Qamişlo–Amûdê daxuyaniyek da.

 Têkildarî êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê daxuyanî
4 cotmeh, 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kiribû. Di encamê de 2 kes şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên xwe yên dijminane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker roja pêncşemê (3 Cotmeh) saet di 18.00’an de li ser rêya bajarên Qamişlo-Amûdê erebeyek bombebaran kir.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk rasterast moşek avêt erebeyê. Di encamê de erebe ji rêya xwe derket û sekinî. Balafirê piştre bi moşekeke din dîsa li erebeyê da. Di encamê de mêrek û jineke di erebeyê de bûn, şehîd bûn.

Êrişên domdar ku ewlehî û jiyana welatiyan dixin xetereyê, nîşaneyeke berbiçav a siyaseta hovane ya dewleta Tirk a dagirker in. Dewleta Tirk tevahî peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike."

(bb)