Suryan û Aşûrî: Modela xwerêveberiyê ji bo Suryaniyan yan herî baş e

Pêkhateyên Suryan û Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna sîstema nenavendî li Sûryeyê kirin û gotin ku modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e.

12 ÇILE, 2025   15:18
QAMIŞLOل

Partiya Yekîtiya Suryaniyî bi diruşmeya “Bicîanîna mafên xwe yên netewî û olî li Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî garantiya berdewamiya hebûna me ye” li bajarê Qamişlo çalakiyeke girseyî li dar xist.

Bi dehan endamên civaka Suryan-Asûrî, tevî pêkhateyên siyasî û rewşenbîrî yên bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.

çalakvanan al û sembolên Suryanî, ala serxwebûna Sûriyeyê û pankartên bi nivîsên “Hemû pêkhateyên Sûriyê birayên hev in û em rê nadin parçebûnê”, “Mafên me yên netewî û olî di Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî de, garantiya berdewamiya hebûna me ye”, “Sûriye welatê hemûyan e” û “modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e.` hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê desteya rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Efram Îshaq got ku "Pêkhateya Suryan îro li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê ji Dêrikê heta Quneytrayê heye û hewl dide ku bi pêkhateyên din re bibe hevparê rêvebirina wî welatî û di destûrê de were naskirin, zimanê wê bi fermî were naskirin, ji ber ku ev tişt tenê garantiya rawestandina cudahiya neyênî ye li dijî xiristiyanan e. "

Em piştgiriya modela RêveberiyaXweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin

Îshaq banga pêkanîna sîstema nenavendî kir, ji ber ku sîstema herî baş e ji bo birêvebirina welat û parastina pirrengiyên neteweyî û çandî. Di heman demê got ku ew piştgiriya modela Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ku li ser bingeha  pirrengî û beşdarbûna her kesî di rêvebirinê de, hatiye avakirin.

Îshaq tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûneratiya hemû pêkhateyan dike û modela herî baş e ji bo parastinê û pêkanîna armancan.

Îshaq ji rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam xwest ku di zûtirîn dem de kongreyeke niştimanî ya Sûriyeyê lidar bixe, tê de nûnerên hêzên siyasî û sivîl, eşîr û nûnerên herêman beşdar bibin û nûneratiya hemû pêkhateyan li ber çavan bigire, da ku ji kongreyê rêveberiyeke demkî derkeve holê ku welat bi rê ve bibe heta ku hilbijartinan li gorî destûreke nû pêk bîne.

(k)