Starta 'Meşa Demokrasiyê' li Şemzînanê hat dayin

Beriya mitînga desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê bê lidarxistin, dê meşa 3 rojan bidome bê lidarxistin. “Meşa Demokrasiyê” dest pê dike.

Starta 'Meşa Demokrasiyê' li Şemzînanê hat dayin
10 hezîran, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEAYN

Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li navenda bajêr di 13’ê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê starta “Meşa Demokrasiyê” ji navçeya Şemzînanê bê dayîn. 

Meş bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin.