Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî) bi merasîmek girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê hat definkirin. Di merasîm de şehîd Nûr (Heyder Hisên El Sehen) jî hat bibîranîn.

Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo du şehîdan merasîmek hat lidarxistin
22 ÇILE, 2025   14:37
HESEKÊ

Cenazeyê şervanên QSD’ê Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî)  ê 15' ê Çileya îsal (2025) li bajarê Eliya ya giredarê Serêkaniyê ya dagirkirî şehîd bibû bi merasîmek girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê hat definkirin.  Di merasîmê de şervanê QSDˈê Nûr (Heyder Hisên El Sehen) ê 15’ê Kanûn 2024'an li Minbicê şehîd bibû û li ser daxwaza malbata wî li gundê Hiweyîş ê rojavayê Hesekê hatibûn definkirin, hat bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hate organîzekirin. Şeniyên  bajarê Hesekê û gundên wê, koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî û ewlekariyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin rakirin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana QSDˈê” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewan Şêxo axivî.

Rewan Şêxo di axaftina xwe de sersaxî ji her du malbatên şehîdan re xwest û berxwedana şervanên QSD’ê silav kir.

Rewan Şêxo bal kişand ser berxwedana bendava Tişrînê û got: “Şervanên QSD’ê û gelê me li bendavê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Tevahî cîhan şahidiyê li vê berxwedanê dike."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Birûsk Hesekê axivî.

Birûsk Hesekê diyar kir ku ew ji mirinê natirsin û destnîşan kir ku tevgera wan, tevgera şehîdan e.

Birûsk Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Armanca me ew e ku gelê me li welatê xwe bi aramî û ewle bijî. Em ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe li pey şehîdan bin û li dijî dagirkeriyê têbikoşin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn Qasim jî da zanîn ku şehîd li cem xwedê sax in û di dilê gelê xwe de her tim zindî ne.

Qasim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel a bendava Tişrînê û got: “Berxwedana bendavê, berxwedana hebûn û tunebûnê ye, lewma serkeftina berxwedanê, serkeftina gelê me ye û têkçûna Erdogan e.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî) bi tilîliyên dayikan û bi dirûşmeyan spartin axê.

(bm/he)

ANHA