Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbatên 3 şehîdan û girêdana bi nirxên şehîdan re anîn ziman û soz da ku heta azadî û serkeftinê têkoşînê dewam bikin.

29 cotmeh, 2025   14:40
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sarsaxî da malbatên şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Nûcan Gabar (Yara Mustafa) ku di 13’ê Çileya 2025`an de şehîd bûbû,  şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Întîkam Qendîl (Abdulnûr Ekrem Îsa) ku di 4`ê Cotmeha 2025`an de şehîd bûbû û gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Dijwar Nûrhaq (Huseyîn Nebhan) ku di 24`ê Tebaxa 2024`an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve li Meydana Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat vedan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozdar Reşo axivî û bal kişand ser lehengiya şehîdan û got: "Tiştê herî bilind û bi rûmet di hebûnê de şehîdbûna ji bo welat e, û ji bo bidestxistina wê, divê mirov xwedî îradeyek mezin û giyanek fedakar be."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zuhêr Xalo got şoreşên gel bi xwîn û fedakariya şehîdan bi ser dikevin. Xelo wiha dewam kir: "Bi xwîna van şehîdan, me karî li Bendava Tişrînê çeteyan têk bibin, û bi saya wan, me serkeftin bi dest xist. Ji ber vê yekê, divê em ji bo avakirina civakek demokratîk de rêya wan bişopînin."

Şiyar Arîn, birayê şehîd Întîqam Qendîl, diyar kir ku gel nirxên şehîdan ve girêdayî ye û li ser wan nirxan tê dikoşe.

Piştre beşdaran sersaxî da malbatên şehîd Nûjan Gabar, Întîqam Qendîl û Dijwar Nûrhaq .

(k)