Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Parîsê; Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez li Tirbespiyê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Tirbespiyê hatin bibîranîn
13 ÇILE, 2025   14:55
QAMIŞLO

Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer Sakine Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) yên 9ˈê Çileya 2013ˈan de li Parîsê ji aliyê MÎTˈa Tirk ve hatin qetilkirin, semînerek da.

Semîner li hola PYDˈê bi amadebûna bi dehan şêniyan hate dayîn. Piştî deqeyeke rêzgirtin senevîzyonek li ser têkoşîna her sê şehîdan hat temaşekirin.

Piştre rêvebera Kongra Star Şama Mehmûd axivî û destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk  a dagirker bi komkujiyan, nemaze li dijî Kurdan tijî ye.

Şama anî ziman ku komkujiya Parîsê asta tirsa dewleta Tirk ji jinên Kurd ên azad nîşan dide û wiha domand "Jinên Kurd di meşa xwe ya azadiyê de fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esas girtine."

Şama Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heya avakirina civakeke azad û demokratîk dê şopdarên rêya şehîdan bin.

(bb)

ANHA