Saziyên sivîl ên Lubnanê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir

Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê, Weqfa Jinan a Jîn û Kongra Star ên Lubnanê der barê salvegera 26ʹemîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek hevbeş da.

Saziyên sivîl ên Lubnanê komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir
8 cotmeh, 2024   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê, Weqfa Jinan a Jîn û Kongra Star bi daxuyaniyeke hevbeş komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin 26 sal di ser destpêka hûnandina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin. Rêxistinan ev komploya hovane bi tundî şermezar kir. Her wiha berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de raber dike hat silavkirin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de pergala tecrîd û êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla hikumeta faşîst a Tirk ve bi tundî hat şermezarkirin. Ev pergala dewama siyaseta înkar û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd giştî û li dijî jina Kurd bi taybet e. Rêxistin û komeleyên jinan ên Kurd ên li Lubnanê tevahî hêzên navneteweyî û herêmê yên beşdarî komployê bûne şermezar kir û bang li civata navneteweyî, NYʹê û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.

(fr)