Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot

Şandeya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja dawîn a Mîhrîcana Mirovahiyê ya li Parîsê de rewşa herêmê, şoreşa jinan û destkeftiyên gelan vegotin.

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa şoreşa jinan vegot
14 îlon, 2025   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja dawîn a Mîhrîcana Mirovahiyê ya li Parîsa Fransayê de beşdar bû. Şandeyê semînerek li ser rewşa jinan û şoreşa wan a li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê vegot.

Semîner ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, ji Bakurê Kurdistanê Bêrîvan Firat û ji Rojhilatê Kurdistanê Fatme Kerîmî ve hat dayîn.

Di semînerê de rêbazên xurtkirina hevkariyê ya di warê mafên jinan, aştî û demokrasiyê de hatin nîqaşkirin.

Lêkoler û rêvebera Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê Fatme Kerîmî li ser binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî jinan û çesipandina serhildana "Jin Jiyan Azadî" axivî.

Rêxistineke têkoşîna li dijî zordariyê ya Fransayê "France Kurdistan" di semînerê de hazir bû û li ser destkeftiyên jinan ên di Şoreşa Rojava de, axivî.

Çaverê ye ku şande vê êvarê semînereke din di mîhrîcanê de li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa Sûriyeyê bide.

Gera 90'î ya Mîhrîcana Mirovahiyê di 12'ê Îlona 2025'an de li Parîsê dest pê kirirbû û tê de bi hezaran serlêder û nûnerên partî û rêxistinên çepgir ên Fransa û cîhanê beşdar bûn.

Mîhrîcan, li balafirgeha hewayî ya berê 217 a li herêma Plessis-Pate ya li başûrê Parîsê ji aliyê rojnameya L`Humainte ve tê lidarxistin. 

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersm pêk tê.

(mh/şx)

ANHA