‘Rêxistinên mirovî banga me ya ji bo alîkariya kesên ji Lubnanê tên bê bersiv hişt’

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Minbicê Muntehe Yeşmav diyar kir ku ew ji kesên ji Lubnanê tên herêmê re alîkariyê pêşkêş dikin. Muntehe aşkera kir ku wan bang li rêxistinên mirovî kiriye ji bo ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin, lê heta niha tu bersiv nedane.

13 cotmeh, 2024   08:59
MINBIC

Heta niha (12`ê Cotmehê) 19 hezar û 132 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê. Di nava wan de 58 lubnanî hene.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo pêşwazîkirina lubnanî û sûriyeyiyên ji Lubnanê direvin, dest bi amadekariyan kir û ketina wan a herêmê bi rêya deriyê Ebû Kehef ê başûrê Minbicê hêsan kir û alîkarî ji wan re pêşkêş kir.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê, Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz bê navber alîkariya sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, kir.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Minbicê Muntehe Yeşmav li deriyê Ebû Kehef pêşwaziya sûriyeyiyan kir û got: "Me bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji wan kesên vedigerin re pêşkêş bikin, lê tu bersiv nedan.”

Muntehe aşkera kir ku tenê Heyva Sor a Kurd alîkarî bi rêya tîmên xwe yên li deriyan alîkariya tenduristiyê ji kesên vedigerin herêmê re pêşkêş kiriye.

‘YÊN VEDIGERIN JI HERÊMÊN DIN ÊN SÛRIYEYÊ NE’

Her wiha Muntehe bi bîr xist ku kesên tên herêmê, bi piranî ji herêmên din ên Sûriyeyê ne û dîsa wan pêşwazî dikin û rêwîtiya wan hêsan dikin.

Yên ji Lubnanê vedigerin, yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe dimînin. Yên ku mal û xizmên wan li herêmê nîn in, Rêveberiya Xweser ji wan re cih peyda dike.

Ehmed El Zehebî ajokarê otobusekê ye ku koçberên ji Lubnanê vedigerin tîne herêmê. Têkildarî mijarê ji ajansa me re got: "Gelek kes ji Lubnanê dixwazin bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

El Zehebî got: "Birîndar û malbat li Birc Hemû û Dora yên li ser sînorên Sûriye û Lubnanê hene. Zêdetirî 3 hezar kes in.”

El Zehebî destnîşan kir ku divê sûriyeyî di şert û mercên wisa de yek û hevkar bin û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin da ku alîkariya kesên di şer de mane, bikin.”

Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi deh hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê kar dikir an jî di aloziyê de çûne wir, vegerîn welatê xwe.

(şx)

ANHA