Rêveberiya Xweseriya Demokratîk banga vekirina deriyê Til Koçerê kir

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed got rêveberî pêşwazîkirina penaberên ji Lubnanê tên didomîne. Ehmed ji bo derbaskirina alîkariyan jî banga vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk banga vekirina deriyê Til Koçerê kir
3 mijdar 2024   06:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşwazîkirina penaberên ji Lubnanê tên, didomîne.

Li gorî daneyên dawîn ên Masaya Krîzê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kiriye, heya niha 20 hezar û 206 kes ji Lubnanê derbasî herêmê bûne.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dema şer li Lubnanê dest pê kir, Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji vegera koçberên Sûriyeyê re vekirin."

Ehmed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ji bo kesên xizmên wan an malên wan li herêmê tune ne, navend û kamp veqetandin û diyar kir ku zêdetirî 50 malbat li kama Ednaniyê ya ku Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Reqayê li Reqayê ava kiriye hatin bicihkirin.

Ehmed da zanîn ku ji roja yekemîn ve Rêveberiya Xweser ji koçber û penaberan re kon, xwarin, xebatên tenduristiyê, betanî, pêdiviyên din peyda dike. 

Ehmed destnîşan kir ku rêxistin alîkariyê ji koçberê di kampê de dimînin re pêşkêş nake, ji ber wê Rêveberiya Xweser malbatên li wir bi cih bûne, bir kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê.

Her wiha Ehmed da zanîn ku piştî ku ew malbat li kampa Mahmudlî bi cih kirin, navên wan hatin qeydkirin û dê mehane parên alîkariyê, rojane nan û sotemeniyê destpêka Kanûnê li wan bên belavkirin.

Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser der barê dosyaya mirovî de her tim çareseriyan pêşkêş dike lê dewleta Tirk êriş kir û binesaziya stratejîk û aborî yên herêmê bombebaran kirin.

Şêxmûs Ehmed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî yên NY`yê, Komkara Erebî, Yekitiya Ewropayê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar di dawiyê de got pêwîstiya herêmê bi alîkarî û parastina navneteweyî heye û got divê hêzên navneteweyî deriyê Til Koçerê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekin.

(şx/bb)

ANHA