`Êrişên dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ne`
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Ezab El Ebûd diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmê û hevgirtina civakî ne û destnîşan kir ku gelê herêmê hişyar e û berdêl çi dibe bila bibe, amade ye herêmên xwe biparêze.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di wan êrişan de binesaziya herêmê û navendên stratejîk bombebaran kirin. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn û binesazî wêran bû.
Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Minbicê Ezab El Ebûd der barê mijarê got: "Mîna hemû bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gundên kantona Minbicê jî hatin bomebarankirin. Ev êriş, zîhniyeta dewleta Tirk rave dike ku gelek sûcan li dijî gelê herêmê dike."
Ezab ev li gotinên xwe zêde kir: "Şêniyên Minbicê û Rêveberiya Xweser, baş dizanin armanca planên dewleta Tirk ji hedefgirtina binesaziya herêmê çi ye. Dixwaze şêniyan tengav bike û wan ji Rêveberiya Xweser dûr bixe. Lê ew bi ser nakeve ji ber ku şênî dev ji axa xwe bernadin û helwesta xwe jî diyar kirin."
Ezab wiha pê de çû: "Tenê hevalbendê Tirkiyeyê DAIŞ sûd ji van êrişan digire. Hemwextî mijulbûna civaka navneteweyî bi şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê li Xezayê re, dewleta Tirk êriş herêmê dike."
Ezab El Ebûd di dawiyê de got: "Dewleta Tirk her tim êrişî herêmê dike û projeya demokratîk a herêmê dike hedef. Tenê ji bo ku tevliheviyê derxe û aramiya li herêmê têk bibe."
(şx/k)
ANHA