Qebîleya Tey a Erebî: Diyaloga niştîmanî ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê bû

Qebîleya Tey a Erebî di civîneke diyalogê de diyar kir ku diyaloga niştîmanî ya Şamê ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê bû.

26 sibat, 2025   19:06
QAMIŞLO

Meclisa Qebîleya Tey a Erebî civîneke diyalogê li hola Efrîn a bajarê Qamişlo bi dirûşma "Sûriye me di nava rastî û hêviyan de tîne gel hev"li dar xist. Di civînê de gelek rûspî û serokeşîrên Kurdî û Erebî, rewşenbîr û kesayetên civakî beşdar bûn.

Di civînê de endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Hikmet El Hebîb li ser dîroka jiyana hevbeş a Kurd, Ereb û Suryanan li herêmê, rola hevgirtina wan di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ku destkeftî û serkeftinên mezin bi dest xistin, axivî.

El Hebîb diyar kir ku aliyên ku destwerdan li Sûriyeyê kiriye di serî de dewleta Tirk a dagirker pêşî li avakirina Sûriyeya demokratîk digirin.

Serokê Meclisa Qebîleya Tey a Erebî Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman got: "Em peyamekê ji tevahî cîhanê re radigihînin ku pêkhateyên Cizîrê yek in û xwedî maf in ku Sûriyeya nû ava bikin. Qaşo 'diyaloga niştîmanî' ya li Şamê jî ne li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka siyasî ya gelê Sûriyeyê nimûneya Rêveberiya Xweser a herî guncaw e."

Di dawiya civînê de encamname hat dayîn û wiha ye:

Jinûve lidarxistina diyaloga niştîmanî ku tê de nûnerên rastîn ên gelê Sûriyeyê beşdar bibin.

Pêkanîna diyalogê bi hikumeta veguhêz a Şamê re.

Sazkirina destûreke nû.

Piştgiriya QSD'ê ji bo avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê.

Bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyeyê.

Misogerkirina mafên hemû pêkhateyan.

Avakirina dewleteke nenavendî ya yekgirtî.

Vekirina saziyên hikumetê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(mh/fr)

ANHA