Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû

Di pîrozbahiyên Newrozê yên Hesekê û Dirbêsiyê de hate gotin gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê agirê Newrozê bi çalakiyan gur kir û berxwedana li hemberî artêşa Tirk a dagirker berdewama têkoşîna Newrozê ye.

Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû
Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû
Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû
Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû
Peyama Newroza Hesekê: Agirê Newroza îsal bi çalakiyên gerîla gur bû
21 adar, 2024   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Hesekê û navçeya Dirbêsiyê bi coş diherikin qadên Newrozê. Li Hesekê şahiya Newrozê li herêma Bendava Xerbî û li navçeya Dirbêsiyê jî li gundê Col Bistan e. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qadên şahiyan diparêzin. Her wiha tîmên Heyva Sor a Kurd, tîmên tenduristiyê û ambulans li nêzî qadan in da ku di dema pêwîst de mudaxele bikin.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê li her du şahiyan dadan.

HESEKÊ

Li Newroza Hesekê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şedadê Refet Derwêş axivî û got: "Gerîla agirê Newrozê bi çalakiya xwe ya li dijî artêşa Tirk a dagirker, careke din gur kir. Dîmenên çalakiyan, israr û biryardariya gerîla ji bo têkbirina dagirkeriyê nîşan didin."

Her wiha hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman axivî û Newroz li gelê Sûriyeyê pîroz kir û têkoşîna gelê herêmê û dayikên şehîdan silav kir.

DIRBÊSIYÊ

Li Newroza li gundê Çolbistan ê navçeya Dirbêsiyê hatiye lidarxistin, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got, gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hemberî siyasetên qirkirin û dagirkirinê li ber xwe da.

Rîhan Loqo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku Rêbertî ji gel dûr bixin û gel stû ji pergala kapîtalîzmê re xwar bike.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku bi salan şerê DAIŞ’ê kirine û ji bo azadiyê tê dikoşe, dike. Rîhan bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

‘TU KES NIKARE ÎRADEYA ME BIŞKÎNE’

Rêveberê Meclisa Kantona Cizîrê Şiyar Mihemed jî got PKK’ê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan Newroz li Kurdistanê û cîhanê nûjen kir û wiha axivî: "Tu kes nikare gelê me yê berxwedêr bişkîne."

Piştî axaftinan komên çandî û hunerê berhemên xwe pêşkêş kir û beşdaran govend gerand.

(şx/bb)

ANHA