Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê

Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku ku cezayê îdamê lê hatiye birîn, rakirin nexweşxaneyê.

Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
26 îlon, 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê îdamê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evînê ya lê tê girtin, rakirine nexweşxaneyê.

Hate gotin ku dixtoran ragihandiye pêwîstiya Pexşan bi nexweşxaneyê heye û divê were tedawîkirin.

Hêjayî gotinê ye di 23’yê mehê de li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hate diyarkirin ku rê nadin Pexşan Ezîzî were dermankirin. Di wê peyamê de hatibû gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîjk.”