Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 43 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin.

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
26 îlon, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema komploya navneteweyî û vir ve dîlgirtî ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi rengekî kêfî têne redkirin yan bêbersiv têne hiştin, ya jî piştî bi mehan hincetên kêfî û nehiqûqî yên cezayên dîsîplînê têne pêşkêşkirin. Sedema cezayên dîsîplînê jî nayê zanîn.