Pêvajoyên sazkirina Hevpeymana Civakî

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 2 salan û nîv de, di 5 qonaxên avakirina şêwazên rêvebirina herêmê re derbas bûn. Her dawî Hevpeymana Civakî ku dê dibe destûra fermî ya li herêmê, hat sazkirin. Ev qonax çi ne?

Pêvajoyên sazkirina Hevpeymana Civakî
13 kanûn, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dengdana li ser Hevpeymana Civakî ya nû ku bibe destûra herêmê, civiya. Di Hevpyemana Civakî de şekl û sîstema birêvebirina herêmê, awayê karê wê, têkiliyên wê yên bi derve û hundir ve hatine diyarkirin. Di heman demê de nêrîna xwe ya siyasî der barê rewşa siyasî, leşkerî û civakî de diyar dike.

Hevpeymana Civakî di gelek qonaxan re derbas bû. Gelo van qonaxan kengî dest pê kir û çi ne?

PÊWÎSTIYÊN SAZKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ

Piştî rizgarkirina deverên din ji aliyê QSD′ê ve ji çeteyên DAIŞ′ê û civînên QSD′ê yên li gel xelkê herêmên ku nû hatine rizgarkirin, her wiha li ser daxwaza şêniyên wan herêman ku modela Rêveberiya Xweser mîna ya Cizîr, Kobanê û Efrînê li herêmên wan jî pêk were, nîşaneyên pêwîstiya bi nûkirin û ji nû ve sazkirina Hevpeyaman Civakî ya ji sala 2014′an de di meriyetê de ye, derketin pêş.

Pêwîstiya ji nû ve sazkirina Hevpeyama Civakî yek ji encamên Kongreya Nîştimanî ya gelê Cizîrê û Firatê ji aliyê MSD′ê ve di 25′ê Mijdara 2020′î hatin lidarxistin, her wiha piştî civînên berfireh ên MSD′ê yên li hundir û derveyî welat ên li gel nûnerên hêz, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêx û rûspiyên eşîran bû.

BIRYARA JI NÛ VE SAZKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ HAT ERÊKIRIN

Ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Nîştimanî ya gelê Cizîrê û Firatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî da. Li ser vê yekê meclisê di civîna 15′ê Tîrmeha 2021′an de li dar xisitibû, komîteyeke biçûk ku ji 30 kesan ava kir da ku hevpeymana civakî ji nû ve saz bike.

QONAXA YEKEMÎN: AMADEKIRINA REŞNIVÎSA HEVPEYMANA CIVAKÎ

Komîteya Biçûk ji 15′ê Tîrmeha 2022′yan ve û di nava 5 mehan de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ji nû ve saz kir ku wek peymana Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hatibû amadekirin.

Çav li rê ye ku îro Meclisa Giştî di civîna xwe ya îro de ku Desteya Serokatiya Meclisa Giştî, nûnerên meclisên qanûnsaz ên her heft rêveber û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in, bendên reşnivîsê yek bi yek bixe dengdanê.

PÊVAJOYA DUYEM: PÊVAJOYA GOTÛBÊJKIRINÊ JI ALIYÊ KOMÎTEYA BERFIREH VE

Nivîsandina Hevpeymana Civakî di 11′ê Kanûna sala borî de derbasî pêvajoya duyemîn bû, dema ku komîteya biçûk dest bi pêşkêşkirina pêşnûmeya xwe ya dawîn ji komîteya berfireh re kir. Komîte ji 158 endamên jin û mêr ên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermenî pêk tê. Çeçen, Tirkmen û yên din, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û gelek saziyên civakî yên li herêmê pêk tê.

Pêvajoya duyemîn a pêşnûmeya hevpeymanê di Sibata 2022′yan de bi dawî bû, piştî ku 4 rûniştin di Kanûna sala borî û Çile û Sibata 2022′yan de hatibûn lidarxistin ku di navbera her civînekê de 20 roj navber hebû.

Pêvajoya duyemîn ku di nava pêvajoyaên berê û yên pêş de ya herî zehmet dihat dîtin, di 4 rûniştin li ser hin têgeh, nav, xalên ku di pêşnûmeya hevpeymana civakî de cih digirin de, nîqaşên berfireh hatin kirin.

Di encamê de pêkhate gihaştin lihevkirinekê û bi piraniya dengên beşdaran guhertinên dawîn ên reşnivîsa hevpeymana civakî hate pejirandin û derbasî pêvajoya sêyemîn bû.

PÊVAJOYA SÊYEM: PÊŞKÊŞKIRINA JI RAYA GIŞTÎ RE Û WERGIRTINA PÊŞNIYARAN

Di pêvajoya sêyemîn a pêşnûmeyê de ji aliyê komîteyeke berfireh a ji 158 kesan pêk tê, ji raya giştî re hate pêşkêşkirin da ku bikarin bi hejmareke herî zêde ya beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sazî û rêxistinên li herêmê hene, were gotûbêjkirin. Pêşkêşkirina pêşnûmeyê ji raya giştî re nêzî salekê dewam kir, di wê demê de endamên komîteya berfireh bi komîn, meclis, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî bi giştî, hêzên leşkerî û ewlehiyê û beşên din ên civakê yên herêmê re civîn li dar xistin.

PÊVAJOYA ÇAREM: SERERASTKIRIN

Pêvajo di 7’ê vê mehê de bi dawî bû ku komîteya berfireh pêşnûme pêşkêşî Meclisa Giştî kir, piştî lêkolîna hemû pêşniyarên ku ji aliyê raya giştî ve hatibûn pêşkêşkirin û guhertina pêşnûmeyê bi awayekî ku li dijî regezên sereke yên hevpeymanê bin. Da ku meclis bixwîne, rast bike û paşê jî erê bike, ji bo ku ew wek destûreke sereke were pejirandin, bibe bingeha sazkirina zagonên siberojê ji bo saziyan.

PÊVAJOYA DAWÎN: ERÊKIRIN Û PEJIRANDIN

Pêvajoya lêkolîn, şopandin û çavdêrîkirinê ji hêla komîteyên biçûk û Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve di meha Sibata îsal de dest pê kir û 9 mehan dirêj kir.

NAVEROKA HEVPEYMANÊ

Naveroka Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ji bilî pêşgotina hevpeymanê, hevpeymana civakî ji 4 beşên sereke pêk tê, ew jî ev in: Regezên bingehîn, maf û azadî, rêxistina civakê û xalên giştî. Ev 4 beş ji 109 xalan pêk tê; teşe û sîstema rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pergala saziyên wê, mekanîzmaya birêxistinkirina civakê û hilbijartinan, helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê pêşeroja Sûriyeyê de, nêrîna wê ya ji bo partî û rêxistinên siyasî, zimanên pejirandî, nêrîna wê der barê jinan de, nêrîna wê ya şaristanî û çanda herêmê, parastin, jîngeh û aborî, perwerde û fêrbûn, çavdêrî û mekanîzmaya çareseriyê.

ANHA