Parêzgarê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li Şamê agirê Newrozê vêdixin

Parêzgarê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgehê wê li kêlek serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri tev li merasîma vêxistina agirê Newrozê ya li Şamê de bibin.

Parêzgarê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li Şamê agirê Newrozê vêdixin
20 adar, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan daxuyand ku Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl wê li kêlek serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri û hejmarek berpirsên hikumetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê li Şamê de amade bibin.

Ev beşdarbûn wekî beşek ji çalakiyên ku li bajarên cuda yên Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Newrozê têne lidarxistin pêk tê. Wê di merasîmê de kesayetên siyasî û îdarî ji saziyên cuda beşdar bibin.

(fr)