Nobedarên li bendavê: Em ê rê nedin dagirkirinê

Nobedarên li Bendava Tişrînê diyar kir ku armanca wan a sereke rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker e û got "Em rê nadin dagirkirina bendavê û em bendava ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, bernadin."

Nobedarên li bendavê: Em ê rê nedin dagirkirinê
Nobedarên li bendavê: Em ê rê nedin dagirkirinê
Nobedarên li bendavê: Em ê rê nedin dagirkirinê
Nobedarên li bendavê: Em ê rê nedin dagirkirinê
5 sibat, 2025   11:21
BENDAVA TIŞRÎN

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û ji bo nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire.

Der barê mijarê de nobedarên li bendavê nêrînên xwe anîn ziman.

Mihemed Elî yê ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bal kişand ser girîngiya bendavê ya ji bo jiyana gel û got: "Bendav ji bo jiyana me pir girîng e. Em amade ne ji bo parastina bendavê cane xwe bidin, wê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya me nebin asteng. Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me xeta berxwedanê esas girtiye."

‘ARMANCA ME RAWESTANDINA SÛC Û ÊRIŞAN E’

Mihemed Elî diyar kir ku armanca wan a bingehîn rawestandina êrişên li ser bendavê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê me ji pêşîgirtina li dagirkeriya Tirk a bendava Tişrînê û rêgirtina li ber rûxandina wê de fedakariyên mezin kirin. Em jê berxwdana li Bendava Tişrînê berdewam bikin û armanca me rawestandina sûc û êrişan e."

Şêniyê bi navê Nasir El Xidir ê ji Dêrazorê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên bendavê û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo dawî li protestoyê bîne gelek caran li bendavê êrişî xwepêşndêran kir. Em jî gavan şûnde neavêjin. Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin, çiqas êrişên te giran bin jî hejmara çalakgerên li bendavê zêdetir dibe."

El Xidir di dewama axaftina xwe de berxwedana QSD’ê silav kir û wiha got: "Em ê bi îradeya xwe ya azad berxwedana li Bendava Tişrînê berdewam bikin. Di heman demê de em QSD’ê silav dikin ku eniyan me û bendavê ji sûcên Tirkiyeyê diparêzin, ji ber vê yekê erka me ye piştgiriya hêzên xwe yên QSD’ê bikin."

Ehmed El Hisên ê ji kantona Dêrazorê jî destnîşan kir ku tevî xetereyan jî dê çûna ber bi bendavê ve bi konvoyan dewam bikin û got: "Tevî êriş û zehmetiyan em ê berxwedanê bidomînin, em ê êrişên Tirkiyeyê rawestînin û bendavê ji hilweşînê biparêzin."

Ehmed El Hisên di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em ê rê nedin dagirkirina benavê. Em ji bendava ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan bernedin."

(bb)

ANHA