Nêrînek der barê medyaya kurdî de - Ekrem BEREKAT

Roja 22’yê Nîsanê ji bo Kurdan rojeke girîng e, ji ber ku ev roj roja derketina yekemîn rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ e ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan di sala 1898’an de li Qahîreyê derxist.
Rojnameya Kurdistan di danîna bingehên rojnamegeriya kurdî de gaveke dîrokî bû. Damezirînerên wê di nava 4 salan de 31 hejmar bi kurdî û tirkî çap kirin. Lê dîsa jî wek yekem ronahiya medyayê di bîra gelê Kurd de bi awayekî xurt maye û roja weşana wê ji bo rojnamegeriya kurdî bûye cejn.
Medyaya kurdî li Rojava di demên dijwar re derbas bûye. Bi dehan salan Kurd li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baasê ve rastî zext û înkara sîstematîk hatin. Ji mafên xwe yên siyasî û çandî pê bar man, qedexe li ser zimanê kurdî hate ferzkirin û her cure xebatên medyayê yên ku nasnameya kurdî nîşan bidin, hatin astengirin.
Tevî van şert û mercan jî, ji destpêka rojnamegeriya kurdî ve li Rojava xebatên rojnamegeriyê derketine holê, lê ji ber zextên siyasî wan xebatan nekarî demeke dirêj berdewam bikin. Ji salên 1960’î ve, medyaya kurdî tenê bi rojnameyên partiyan ve hatiye sînordarkirin ku belavokên bêyî hêmanên rojnamevaniya profesyonel bûn.
Rojnamegeriya kurdî li Rojava di salên 1980 û 1990’î de bi geşbûna tevgera siyasî û derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re gavên mezin avêtin. Kovar û weşanên kurdî, wek kovara bi zimanê erebî “Dengê Kurdistan” ku di sala 1986’an de derket û roleke mezin di belavkirina hişyariya neteweyî û şoreşgerî de lîst. Rojnameya “Berxwedan” jî bi zimanên kurdî û erebî derdiket û nûçeyên siyasî û leşkerî yên girêdayî tevgera kurdî diweşandin.
Di sala 1996’an de kovara bi zimanê erebî Sorgul li Beyrûtê hat damezirandin û ji bo rewşenbîrên Kurd bû platformek ku xwe bigihînin raya giştî ya erebî û bala nivîskarên demokrat û pêşverû kişand.
MED TV ku di sala 1995'an de dest bi weşanê kir, di dîroka medyaya kurdî de qonaxeke girîng bû, tevî ku ji derve weşana xwe dikir jî, li Rojava hişyariya siyasî belav kir. Piştî wê ROJ TV hat avakirin ku di şopandina serhildana 12'ê Adara 2004'an de roleke bingehîn lîst û bû alîkar ku rejîma Baasê li hemberî Kurdan komkujiyan neke.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê a sala 2011’an re, girîngiya avakirina dezgeheke ragihandinê ya serbixwe ya kurdî ku dengê civakê nîşan bide û bi tevgera şoreşgerî re bimeşe, derket holê. Di wê serdemê de medyaya kurdî karîbû bibe dengekî rast ku îradeya gel û daxwazên azadî û demokrasiyê nîşan dide.
Rojnameya Ronahî wek yekemîn rojnameya kurdî ya li Rojava hate damezirandin. Wê hem bi kurdî û hem jî bi erebî xwe gihand beşeke berfireh ya xwîneran û bû alîkar ku xebatkarên rojnamevaniyê yên profesyonel ku bi awayekî objektîf rastiyan ragihîne, hate avakirin. Destkeftiyeke din a girîng jî damezirandina Ronahî TV bû ku bû pencereyeke Kurdan ji bo cîhanê.
TEVÎ ZEHMETIYAN JÎ RAGIHANDINA RASTIYAN
Rojnamegerî li Rojava bê bedel nebû, ji ber ku gelek rojnamegeran ji bo gihandina rastiyan ji cîhanê re jiyana xwe ji dest da. Ji wan rojnamevan Mistefa Mihemed ku di hemleya rizgarkirina Minbicê de di sala 2016’an de şehîd bû, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Dilîşan Ibiş, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz ku di sala 2017’an de di dema şopandina hemleya “Bahoza Cizîrê” ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, nûçegihanê ANHA`yê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo ku di 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li dijî karwaneke sivîlan de şehîd bûn û nûçegihanê ANHA`yê Îsam Ebdula ku di 20’ê Mijdara 2022’yan de di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Teqil Beqil ê Dêrikê de şehîd bûn.
Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan jî di 19’ê Kanûna 2024’an de dema şerê li bendava Tişrînê dişopand, di encama êrişeke rasterast de şehîd bûn û herî dawî jî rojnamevan Egîd Roj di 15’ê Sibatê de di êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser bendava Tişrînê de şehîd bû.
Tevî kêşe û astengiyên li pêşiya medyaya kurdî li Rojava, wek nebûna xebatkarên pispor alavan, şoreşa ragihandinê bi pêşketinên girîng berdewam dike. Ev ragihandin ne tenê dengê civaka azad temsîl dike, di heman demê de wek mertalekî li hemberî hewldanên berevajîkirina şoreşa kurdî ye.
Divê xebat bê kirin ji bo derbaskirina kêşeyên heyî da ku medyaya kurdî wek çavkaniyeke rasteqîn a agahdarkirinê berdewam bike ku îradeya gelan nîşan bide û bi daxwazên wan ên azadî û demokrasiyê re bimeşe.
Tevî êrişên li ser ragihandina azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, lê ew ji bo gihandina dengê hemû pêkhateyên civakê têkoşîna xwe didomîne. Di van salên dawîn de pêşketinên berbiçav bi dest xistine ku bûye egera pêşxistina nasnameya çandî û siyasî ya gelê Kurd û pêşxistina zimanê kurdî yê nivîskî û axaftinê. Her wiha bal kişandiye ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ji bo ragihandina rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî ya cîhanê re, ragihandinê roleke girîng pêk aniye, ev jî ji bo naskirina doza gelê Kurd û pêkhateyên din bû alîkar.
Di salên şoreşê de gelek dezgehên ragihandinê hatin damezirandin, wekî Yekitiya Ragihandina Azad ku di sala 2012’an de hatiye avakirin û xebatên saziyên ragihandinê li herêmê dişopîne. Her wiha hin dezgehên din ên ragihandinê yên bi pirsgirêkên jinan û civakî ve mijûl dibin, hatine damezirandin.
Di şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de belkî destkeftiya herî berbiçav a çapemeniya azad pêşxistina çapemeniya xweser a jinan bû. Dezgehên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim bal kişand ser pirsgirêkên jinan û ev yek jî bû sedema bihêzkirina rola wê di civakê de.
Lê belê, kêşeyên li pêşiya ragihandina azad, wek binpêkirinên li dijî rojnamevanan û zehmetiyên aborî û siyasî, hîna jî berdewam in. Lê dîsa jî xebatên ji bo bihêzkirina rola ragihandinê di civakê de û aşkerakirina rastiyan, dewam dikin.
(k)