Rêveberiya kampa Holê: Êriş û hewldanên revê li kampê zêde dibin
Rêvebera kampa Holê Cîhan Henan destnîşan kir ku di demên dawîn de li kampê êrişên li ser karmend û rêxistinan û hewldanên ji bo revandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûne. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku der barê kampê de berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya operasyona ewlehiyê de ku roja înê li kampa Holê da destpêkirin, di roja duyemîn de li ser hev xebatên lêgerînê didomînin.
Der barê operasyonê de ji rêveberên kampa Holê Cîhan Henan têkildarî pirsgirêkên ewlekarî û mirovî û binpêkirinên li dijî xebatkar û rêxistinên mirovî yên li kampê, ji ajansa me re axivî.
Cîhan Henan got: "Êriş û binpêkirinên li kampa Holê tên kirin ne nû ne. Ev êriş li gorî bûyerên li herêmê diqewimin, li dijî karmend û rêxistinên li kampê berdewam dkin.”
Cîhan anî ziman ku avahiyên rêxistinan bi zanebûn ji aliyê jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ'ê ve tên xerakirin û got: "Derî û pencere tên şikandin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê bi keviran li karkeran dixin.”
HEWLDANÊN REVÊ
Cîhan Henan diyar kir ku hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ'ê û endamên şaneyên wê di demên dawî de zêde bûne û got: "Ev hewldan hema hema rojane pêk tên, bi taybetî revandina malbatên iraqî, lê hêzên ewlekarî gelek ji van hewlan asteng kirin. Hin malbatan karî birevin, di nava wan de zarok jî hene û gihaştine deverên din ên Sûriyeyê.”
Cîhanê got: "Pirsgirêka kampa Holê ne mijareke xwecih e ku tenê girêdayî Rêveberiya Xweser be, mijareke navneteweyî ye ku hemû welatên ku welatiyên wan li kampê ne jê berpirsyar in.”
Her wiha Cîhan Henan diyar kir ku rawestandina piştevaniya navneteweyî ji bo kampê, barê li ser rêveberiyê girantir kiriye û got: "Ji ber kêmbûna piştevaniyê em rastî zehmetiyên mezin tên û barê me yê rêvebirina kampê giran bûye.”
Cîhan Henan got divê civata navneteweyî erkên xwe pêk bîne û piştevaniyên pêwîst ên leşkerî, darayî û xizmetguzarî pêşkêş bike da ku pirsgirêk were çareserkirin.
Cîhan Henan di dawiya axaftina xwe de got rêveberiya kampê hewl dide hemû niştecihan vegerîne warên wan û wiha lê zêde kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kampê du rê hene; vegera dilxwazî û berdewamiya piştevaniya navneteweyî.”
Di roja duyemîn a operasyona li kampa Holê de heta niha 16 çete hatine girtin.
(k)
ANHA