Dewriyeke Îsraîlê li gundekî Quneyterayê bendeke demkî danî
Dewriyeyek Îsraîlê derbasî gundewarê Quneyterayê bû û bendeke kontrolê ya demkî li çatrêya bendava Um El Îzam danî.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzeke Îsraîlê ku ji zêdetirî 20 endam û erebeyan pêk tê, derbasî gundewarê Quneyterayê bû û ber bi gundê Um El Îzam ve çû û li çatrêya bendava Um El Îzam bendeke kontrolê ya demkî danî.
SOHR’ê diyar kir ku wê hêzê dest lêgerîn û çavdêrkirina nasnameyên rêwiyan kir û gelek motorsilêk desteser kirin û beriya ku ji wê nuqteyê vekişin motorsiklêt li xwediyan vegerandin.
Duh, hêzeke Îsraîlê tevî gelek alavên leşkerî û derbasî gundê Terence yê gundewarê bakurê Quneyterayê bû.
Di demekê de li herêmên sînorê tevliheviyên ewlehî zêde ne, ev tevger pêk tên.
(fr)