Nasnameya bi navê "Qeyser" aşkera bû

Îro kesê bi navê "Qeyser" nasnameya xwe ya rasteqîn aşkera kir û got ew serbazekî berê yê rejîmê bû û ji bajarê Derayê ye.

Nasnameya bi navê "Qeyser" aşkera bû
6 sibat, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nasnameya "Qeyser" a Sûriyeyî di dirêjahiya salên borî de nenas bû. Qeyser bi hezaran wêneyên qurbaniyên rejîma Sûriyeyê yê berê ku di girtîgehan de êşkence lê dihatin kirin, belav kirin. Bi wê re Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) qanûna Qeyser ji bo Sûriyeyê derxist û lê birî.

Qeyser serbazê serokê qelem ê delîlên dozgeriyê yê girêdayî polîsên leşkerî li Şamê ye û navê wî Ferîd Neda El Mezhan e, ji bajarê Şêx Miskîn ê gundewarê Dera ya Sûriyeyê ye.

(fr)