Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bêdengiya hikumeta Şamê şermezar kir

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bêdengiya hikumeta Şamê şermezar kir
14 ÇILE, 2024   13:01
HELEB

Cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Arîn Hanan daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd xwend. Bi dehan endamên saziyên sivîl û partî tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmê vala bike û şêniyên wê koçber bike, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êriş herêmê dike, li kêleka wê siyasetên guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî didomîne ji bo ku wan herêman di pêşerojê de tev li axa xwe bike.

Meclisê êrişên li dijî herêmê û bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişan şermezar kir.

Her wiha bang li hêz û partiyan kir ku piştgiriya gelên herêmê bikin û di heman demê de bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk şermezar bikin.

(şx)

ANHA