Ji ber êşkenceya di girtîgeha Îranê de ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest da

Ciwanê Kurd ê bi navê Îman Hesen Wend ku xelkê Xurmawa yê Loristanê ye, piştî nêzî 4 mehan di girtîgehên rejîma Îranê de hat êşkencekirin, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êşkenceya di girtîgeha Îranê de ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest da
14 ÇILE, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, ciwanê bi navê Îman Hesen Wend (30) yê xelkê Xurmawa yê Loristanê, 114 rojan di girtîgehên Îranê de hat hiştin û di êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeyê, duh ji aliyê îdareya agahiyê ya Tehranê ve malbata Hesen Wend hatiye agahdarkirin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin ku gef li malbatê jî hatiye xwarin ku li ser medyayê behsa mirina kurê xwe nekin.

Beriya 114 rojan hêzên Îranê bi ser mala Hesen Wend de girtibûn û bi birîndarî binçavkiribûn. Di heman serdegirtinê de ciwanek din jî dema xwest bireve ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû gulebarankirin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.

Tê payîn îro malbat cenazeyê kurê xwe wergirin û veşêrin.