Li Tirbespiyê wergirtina genim dest pê kir

Desteya Çandiniyê ya bajarê Tirbespiyê û bajarokê Til Marûf dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

Li Tirbespiyê wergirtina genim dest pê kir
Li Tirbespiyê wergirtina genim dest pê kir
Li Tirbespiyê wergirtina genim dest pê kir
Li Tirbespiyê wergirtina genim dest pê kir
2 hezîran, 2024   10:16
QAMIŞLO

Desteya Çandinyê û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhayî kîloya genim bi 31 centan diyar kiribû. Desteyê ji bo wergirtinê depoyên genim amede kirine.

Li Tirbespiyê û bajarokê Til Marûf a kantona Cizîrê, dest bi wergirtina genim ji cotkaran hat kirin. Li gorî desteyê depoya Tirbespiyê dikare 12 hezar ton û depoya Til Marûf jî dikare 12 hezar ton (dokma) genim hilgirin. "

Navend bi şev û roj genim ji cotkaran werdigire.

Piştî ku depoyên genim bên dagirtin, deste dê genim ji cotkaran bi çewalan bikire û buhaya wê ji 15_20 hezar tone.

(ex)

ANHA