Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê li kantona Tebqayê 2 belavkarên madeyên hişbir destgîr kirin û miqdarek hişbira pê re desteser kir.

Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin
Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin
Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin
Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin
Li Tebqayê 2 belavkarên hişbirê hatin girtin
3 ÇILE, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên girêdayî hêzên me, roja Înê (2 Çile) bi operasyonekê 2 belavkarên hebên hişbirê li bajarê Tebqayê girtin.

Operasyon piştî wergirtina agahiyên piştrast ku bêyî reçeteyan cureyên dermanan bi rêya dermanxaneyekê li bajar difroşin, hat kirin. Di operasyonê de firoşkar hat destgîrkirin da ku li gorî qanûnê hesab bide.

Di operasyonê de miqdareke hebên hişbir hatin jî hatin desteserkirin."

Hate diyarkirin ku her du kes di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku hebên hişbir belav dikin û her du belavkar sewqî dadgehê hatine kirin.

Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê bang li şêniyan kir ku eger tevgereke belavkirin û bazirganiya hişbirê bibînin, hêzên ewlehiyê agahdar bikin.

(b)