Li Sûriyeyê di 24 saetan de 14 kes birîndar bûn 

Li gorî Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, di 24 saetên dawîn de li herêmên cuda yên Sûriyeyê, xebatkarekî agirkujiyê di nav de,  14 kes di encamê qezayên trafîkê û şewatan de birîndar bûne.

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 14 kes birîndar bûn 
24 hezîran, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîlan a Sûriyeyê bi rêya malperên xwe ya fermî ragihand ku di 24 saetên dawîn de yek jê xebatkarekî agirkujiyê, 14 kes di encama qezayên trafîkê û yên şewatê de birîndar bûne.

Parastina Sivîl diyar kir ku li seranserî Sûriyeyê destwerdan  li 14 qezayên trafîkê kirine û di encamê wan de 13 sivîl birîndar bûne. Her wiha îşaret pê kir ku tîmên wan birîndar rakirine nexweşxaneyan û bermahiyên qezayan rakirine.

Parastina Sivîl der barê şewatan de jî ragihand ku li seranserî Sûriyeyê tîmên wan destwerdan li 250 bûyerên şewatê kirine û ev agahî dan " 28 şewat li zeviyên çandiniyê, 222 li mal, dikanên bazirganiyê, giya, dar, kehrebe û çopê bûn."

(sb/bb)

ANHA