Li Strasbourgê li pêşiya PEˊyê çalakî

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi beşdariya nêzîkî 100 kesî li hemberî êrişên li ser Rojava xwepêşandanek hate lidarxistin.

Li Strasbourgê li pêşiya PEˊyê çalakî
12 sibat, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî di dema rûniştina Parlamenta Ewropayê (PE) ya têkildarî rewşa gelê Kurd û geşedanên li herêmê de hate lidarxistin.

Xwepêşanderên ku saetên sibehê li pêşiya binaya parlamentoyê kom bûn, li gel hilgirtina pankart û alan dirûşme berz kirin.

Xwepêşanderan bang li saziyên Ewropayê kir ku li hemberî geşedanên li Ewropayê helwesteke çalaktir nîşan bidin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê sivîl werin parastin û ji rêyên çareseriyê re piştgirî were dayîn. 

Organîzatoran diyar kir ku armanca wan ew e ku peyamekê bidin biryarderên Ewropayê bang kirin ku bila mafên gelê Kurd werin parastin û li gorî hiqûqa navneteweyî pêngav werin avêtin.