Li Strasboûrgê ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hate kirin

Bi wesîleya salvegera 12’emîn a çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Strasboûrgê tê meşandin, daxuyaniyeke girseyî hate dayîn.

Li Strasboûrgê ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hate kirin
25 hezîran 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEAYN

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdê çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin.

Di salvegera 12’emîn a çalakiya nobetê de, di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyek hate dayîn.

DAXWAZÊN BINGEHÎN

Ji gelek welatên Ewropayê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ev daxwazên esas derketin pêş:

- Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.

- Divê derfet bê afirandin ku bikare bi rêkûpêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

- Divê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê şandeyekê ava bikin.

- CPT divê demildest biçe Îmraliyê û rapora xwe bi raya giştî re parve bike, ji bo daxwaz bên pêkanîn divê mekanîzmayên pêwîst ên li Konseya Ewropayê bixe nav liv û tevgerê.

- Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Rojhilata Navîn, divê bi Abdullah Ocalan re diyalog bên kirin.

- Divê mafê hêviyê bê pêkanîn û Abdullah Ocalan azad bibe.

- Divê PKK ji lîsteya rêxistina terorê were derxistin û dawî li polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li hemberî Kurdan bê anîn.

Di daxuyaniyê de her wiha di serî de Konseya Ewropayê, bêdengî û hevkariya sûc a hikûmetên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de axatvanan bertek nîşan dan ku Konseya Ewropayê pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê bi temamî daye aliyekê.

SAZIYÊN EWROPAYÊ HEVKARÊN SÛC IN

Di daxuyaniya li ser navê kampanyayê hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Konseya Ewropayê divê wezîfeyên xwe yên ji bo Abdullah Ocalan bi cih bîne, banga bibîrxisina vê yekê her ku diçe lezgîntir dibe. Zêdeyî 3 sal in ti peywendiya Abdullah Ocalan bi cîhana derve re nîne. Herî dawî di Îlona 2022’yan de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) serdanek kiribû, lê têkildarî vê serdanê ti agahî bi raya giştî re nehatin parvekirin.”

Di daxuyaniyê ev tişt hate destnîşankirin: “Dema saziyên Ewropayê bi ser nekevin, têkildarî binpêkirina mafên mirovan dibin hevkarê sûc.

Feslefeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan, hîn jî ji bo gelek Kurdan û mirovên din dibe çavkaniya îlhamê. Her sal gelek mirov tên Strasboûrgê û mîtîng lidar dixin û daxwaz dikin ku ev tecrîda dermirovî bi dawî bibe.

AXAFTVANAN

Ji hin kesên ku weke axaftvan beşdarî daxuyaniyê bûne, ev in:

Ji komeleya li Berlînê Jinên li Sirgûnê Madeleîne MAWAMBA û Elîzabeth NGARI,

Ji Tiba Giştî û Civakî Barbara PADE-TEHISEN,

Ji Senatoya Spanya EAJ/PNV Nerea Ahedo CEZA,

Şaredarê Berê yê Cenevreyê Remy PAGANI,

Ji Dîe Lînke (Partiya Çep) a Elman, Rûdolf BURGEL,

Parêzera Îtalî Francesca TRASATTI,

Parlamenterê Elman Andrej HÛNKO,

Ji tevgera MRAP’ê Renee Le MIGNOT

PIŞTEVANIYA BI GELÊ KURD RE

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em bi we re, bi gelê Kurd re û bi her kesê ku ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin re di nava piştevaniyê de ne. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn kilîda aştiyê ye.”

Axatvanan diyar kirin ku 25 sal in Abdullah Ocalan girtî ye û Konseya Ewropayê jî bi temamî bêdeng e, ev yek standartek dualî ye.

Ji Îskoçyayê Sarah Glynn daxuyanî da û bang li CPT’ê kir ku demildest biçe Îmraliyê. Hat xwestin ku CPT biçe Îmraliyê, rewşê bike rapor û raporê bi raya giştî re parve bike.

DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ WERE PÊKANÎN

Di daxuyaniyê de qala mafê hêviyê jî hate kirin, hat xwestin ku ev maf jî were pêkanîn. Hat destnîşankirin ku biryarên beriya 10 salan hatine dayîn, îro nayên pêkanîn û ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêbazên leşkerî ne çareserî ne, divê diyalog bê tercîhkirin û muxatabê vê yekê jî Abdullah Ocalan e.

REWŞA TENDURISTIYÊ, ÇAVKANIYA FIKARA CIDÎ YE

Yek ji parêzerên Jûlîan Assange jî beşdarî daxuyaniyê bû. Jûlîan Assange damezrînerê WîkîLeaks’ê ye. Parêzer diyar kir ku ew durûtiya saziyên Ewropayê dibîne û got: “Ev konsey dixwaze ku em bi hefteyan, li vir bisekinin. Hunera xwe ya ji nedîtî hatinê ve, pir baş dilîzin.”

Axatvanan bal kişand ser berxwedan û fikrên Abdullah Ocalan a hem ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hem jî ji bo azadiya jinê. Her wiha ev tişt jî hate gotin: “Eger şer nebûya, bawer bikin Rojava niha yek ji cihên cîhanê ya herî bedew ba. Têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan fikarên cidî hene. CPT divê car din biçe girava Îmraliyê. Ji sala 2019’an ve têkildarî wir ti rapor nehatin eşkerekirin. Em dixwazin têkildarî rewşa Abdullah Ocalan agahî bi dest bixin.”

TECRÎD SÛCÊ DERMIROVÎ YE

Nûnerên kampanyayê destnîşan kirin ku têkildarî rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan ew ne xwedî agahî ne, lewma bi fikar in û wiha gotin: “Tecrîda mutlaq dewam dike. Ev tecrîda mutlaq sûcekî dermirovî ye. Bi ti rengî peywendiya wî bi cîhana derve re tune ye.”

Şaredarê Berê yê Cenevreyê Remî Paganî wiha got: “Ez ji bo piştevaniya xwe ya bi Kurdên ku rû bi rûyê zilmê dimînin re diyar bikim, li vir im.

Pêkanînên ku li dijî Abdullah Ocalan tên kirin, skandal in. Binpêkirina hemû peymanên navneteweyî ye. Ev nayê qebûlkirin. Rojekî ji ber van pêkanînên xwe wê li ber dadgehan neçar bimînin ku hesab bidin.”

Ji Berlînê nûnera Komeleya Jinên li Sirgûnê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo bi milyonan mirovan hêvî ye û got: “Ji bo mafên jinan û mirovan, em ji Abdullah Ocalan re azadî dixwazin.”

ABDULLAH OCALAN RONAHIYA HÊVIYÊ YE

Ji partiya Dîe Lînke ya Elman (Partiya Çep) Rûdolf Burgel jî ev tişt got: “Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye. Mînaka vê ya herî baş, Rojava ye.”

Burgel alîkariyên dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk şermezar kir û xwest ku dawî li krîmînalîzekirina Kurdan û qedexeya li ser PKK’ê were.

Burgel destnîşan kir ku ew ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk dixwazin û got ku divê girtiyên polîtîk ên li girtîgehan bên berdan.

Ji MRAP’ê Renee Le Mîgnot diyar kir ku girtîbûna Abdullah Ocalan, tê wateya binpêkirina hemû peymanên navneteweyî.

PKK DIVÊ JI LÎSTEYA QEDEXE BÊ DERXISTIN, TÊKOŞÎNA KURDAN MAFEKÎ REWA YE

Renee Le Mîgnot anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd, bi diyaloga bi Abdullah Ocalan re pêkan e û wiha got: “Em ji bîr nekin ku em deyndarê gelê Kurd in. Pirsgirêka Kurd ne tenê Kurdan eleqeder dike.

Her wiha divê teqez PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.”

Le Mîgnot ev tişt jî got: “Eger dewlet zextê li ser gel dimeşîne, wê demê berxwedana gel rewa ye.”

Ji Îtalyayê parlamenter Francesca Trasattî diyar kir ku divê demildest CPT biçe Îmraliyê û got: “Azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo çareseriya siyasî ya li Rojhilata Navîn û aştiyeke demokratîk, bibe gavekî girîng. Ji bo ev gav were avêtin, divê demildest bikevin nav liv û tevgerê.”