6’ê Cotmehê hilbijartinên serokkomariyê yên Tûnisê pêk tên

Serokkomarê Tûnisê ragihand ku 6’ê Cotmeha bê dê hilbijartinên serokkomariyê çêbin.

6’ê Cotmehê hilbijartinên serokkomariyê yên Tûnisê pêk tên
3 tîrmeh 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tûnisê Qeys Sieyîd bi biryarekê ragihand ku 6’ê Cotmeha 2024’an dê hilbijartinên serokkomariyê çêbin. 

Sieyîd bang li hilbijêran kir ku biçin ser sendoqan.

5 sal e Qeys Sieyîd serokkomarê Tûnisê ye û heta niha diyar nîn e ka dê ji bo hilbijartinên bê bibe namzet an na.

(bb)

ANHA